Li Goristana Şehîdan a navçeya Ranya’yê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Mehredad Tetmûyî kû bi nasnav Ferhat Ayhan ê ku di 2’ê Îlona 2012’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da di yekemîn salvegera ji destdana jiyana xwe de ji aliyê malbat, rêheval, gelê deverê û komîteya şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ve li ser gora xwe hate bîranîn. Merasîma bîranînê ya ku malbata gerîlayê HPG'ê Ferhad, gelê deverê û komîteya şehîdan a PJAK’ê amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî wê li ser navê Komîteya Şehîdan a PJAK’ê Şerwîn Mezlûm li ser girîngiya şehîdan û gerîlayê HPG'ê Ferhad axivî.
Merasîm bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Şehîd Ferhad Namire” bi dawî bû.

RANYA