Dr. Bahoz Erdal siyaseta hin rayedarên Başûrê Kudistanê li gel dagirkeriya dewleta Tirk rexne kir û got, “Ev helwêsta ku ne Kurdistanî ye, di heman demê de ne exlaqî ye. Hûn dixwazin bi TC’ê re têkiliyê deynin, temam deynin, kes ji vê re tiştekî nabêje. Lê belê vê yekê li dijî berjewendiyên gelê Kurd nekin.”

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, Dr. Bahoz Erdal got, “Meseleya esas hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ye. Çima rayedarên li Başûrê Kurdistanê hebûna Tirkiyeyê nadin ber pirsan.“

Dr. Bahoz Erdal bersiv da pirsên Radyoya Dengê Welat. Dr. Bahoz Erdal got, hêzên ku li hemberî pergala Îmraliyê bêdeng in, di heman demê de tevlî komployê bûne û wiha peyivî: “Alîkarî dane vê komployê. Yên ku dixwazin siyaseta dewleta Tirk a li ser Kurdan bibîne, divê li Îmraliyê binihêre.”

Gerîla xwe nûjen kir

Dr. Bahoz Erdal şerê gerîla ê sê salên dawiyê, li gel wê jî êrişên dewleta Tirk wiha nirxandin: “Di 3 salên dawîn de dewleta Tirk tevî tifaqa faşîst, êrişî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdan dike. Gerîla di 3 salên dawîn de li hemberî konsepta şer a dewleta Tirk a ku xwe dispêre teknîk û îstîxbaratê, careke din îspat kir ku ew têk naçe. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, careke din diyar kirin ku ew li hemberî bipêşveçûnên teknîkê dikare xwe nû bike, xwe ji serdema nû re amade bike û dikare hemû êrişên dijmin pûç bike. Heqîqeta şerê niha ev e.”

Ji gerîla bitirsin!

Bahoz Erdal Kurdên di nav AKP´ê de wekî “ajan û xayîn” bi nav kir û derheqa wan de wiha axivî: “Em ê nîşanî wan bidin ku li Kurdistanê xayîn û ajan wê nikaribin bi serbestî bijîn. Her bosta vê axê, bi xwînê hatiye avdan, ji bo wê berdêlên mezin hatine dayîn. Hemû xayîn û rayedarên dewleta Tirk, dema hatin Kurdistanê divê ji tirsan çongên wan bilerizin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê bibin kabûsa van xayîn û ajanan. Peywira me ya dîrokî ev e. Divê em feraseta faşîst a AKP-MHP-Ergenekon û Erdogan hilweşînin. Ev deynê stûyê me ye. Sedema ku gerîlayên Kurdistanê ew qasî li ber xwe didin, ev e.”

Kî dagirker e?

Dr. Bahoz Erdal ji bo helwêsta gelê Başûrê Kurdistanê û ya xelkê Şêladizê got, bi rûmet e û divê mirov hurmetê nîşanî wê bide. Dr. Erdal bal kişand ser wê yekê ku hin rayedarên Başûrê Kurdistanê hebûna PKK’ê ya li herêmê dikin hincet û hewl didin qetlîamên dewleta Tirk rewa bikin û ev yek bi van pirsan rexne kir:

  • Di vê serdemê de dema ku rûyê rast ê dagirkeran hatiye eşkerekirin, gelo çima hin siyasetvan hewl didin dagirker û PKK’ê wekî hev nîşan bidin?
  • Ev rayedarên ku sedema bêaramiya li Başûrê Kurdistanê bi gerîlayan ve girêdidin, gelo çima ji 22 baregehên eskerî yên Tirk ên Başûrê Kurdistanê ne nerazî ne?
  • Gelo çi karê bi dehan ofîsên MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê heye?
  • Ev baregehên eskerî û ofîsên MÎT’ê li wê derê çi karî dikin?”

Gel baregehan naxwaze

Fermandar Bahoz Erdal got, li Başûrê Kurdistanê sedema bêaramî, tevlîhevî, komkujiyê ev baregehên eskerî û ofîsên MÎT’ê ne û wiha pê de çû: “Baregehên eskerî li gorî destûra dewleta Iraqê dagirker in û ne rewa ne. Bi ser de, hikûmeta Başûrê Kurdistanê qanûnek derxist û biryar li ser da ku ev baregehên eskerî ji herêmê werin derxistin. Li gorî qanûnên navdewletî hebûna hêzên dewleta Tirk ên li Başûr ne rewa û qanûnî ye. Gelê Başûr jî van baregehan naxwaze. Heke nerehetî û nerazîbûnek hebe û heke tê xwestin ku helwêstek were nîşandan, divê ev li dijî van baregehên eskerî be. A ku aramiya gelê herêmê têk dibe dewleta Tirk a dagirker e. Bila kesek rastiyan berevajî neke. Gerîla ev 40 sal in ku li Başûr e.”

Kê şer kir?

Dr. Bahoz Erdal got, hebûna PKK’ê ya li Başûr herî pirr hêzê dide derdorên siyasî yên li Başûr û wiha peyivî: “Dema ku destê Başûrê Kurdistanê teng dibe kî mil bi milê wê şer dike? DAIŞ‘ê dema ku 2014’an êriş bir ser Şengalê gerîla li eniya pêş bû, li Mexmûr, Kerkûkê bi mehan li gel pêşmergeyan şer dikir. Wan deman gerîla baş bû, qehreman bû û her roja malavayî li gerîla dikirin. Hin rayedarên siyasî yên Başûr hene, dema ku dor li wan teng dibe, mezinahiya gerîla tê bîra wan û biratiya Kurdan. Dibêjin, ‘Em bira ne, gerîlayên PKK’ê qehreman in, divê em bibin yek’ lê dema ku dor li wan fireh dibe, bi carekê re gerîlayên PKK’ê dibine sedema bêaramiyê, dibine bargiranî. Jixwe, gelê Başûr ti qîmetê nade van gotinan û bawer nake. Ti sûda van gotinan li doza Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê tine. Tenê fersendê dide dewleta Tirk ku zêdetir zextê bike û êrişa bike.”

Çima ewqasî xemsar in

Dr. Bahoz Erdal got, gel û pêşmerge bi têkoşîna ji Şengalê heta Kerkûkê baş dizane û ev pirs kir: “Hêzên siyasî yên Başûrî li beramberî parçeyên din ên Kurdistanê çima ewqasî xemsar in?” Dr. Erdal got, “TC û Erdogan ku ji xwe re weke dost dibînin, dijminê Bakurê Kurdistanê ne, dijminê Rojavayê Kurdistanê ne. Her roj zarokên bêguneh dikujin, jinan dikujin, mirovên me digirin, xwe li gotineke bi Kurdî ranagirin. Dema ku hûn bi wan re dostaniyê dikin, û li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, ew li parçeyên din ên Kurdistanê vê yekê rewa dibînin. Baş e hûn çima hesasiyetên parçeyên din nabînin? Çima hûn wan dikin qurbanê berjewendiyên xwe? Çi elaqeya vê yekê bi heqîqetê, bi biratiyê, bi Kurdîtiyê re heye? Ji bo têkiliya bi TC’ê re gelo hûn mecbûr in ku dijminatiyê li PKK’ê bikin. Ev çi siyaset e? Parçeyên din ên Kurdistanê û PKK’ê nekin amûreke bazarê ji bo başkirina navbera xwe û TC’ê. Ev helwêsta ku ne Kurdistanî ye, di heman demê de ne exlaqî ye jî. Hûn dixwazin bi TC’ê re têkiliyê deynin, temam deynin, kes ji vê re tiştekî nabêje. Lê belê vê yekê li dijî berjewendiyên gelê Kurd nekin.”

 

 NAVENDANÛÇEYAN