Cenazeyê Endama HPG'ê Gulîstan Basutçu (Yerîvan Ararat) a ku li  navçeya Xîzanê ya Bedlîsê di şer de jiyanan xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve bi merasîmekê hate veşartin. Tevî
Rêveberên MEYA-DER, Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata û rêveberên BDP zêdetirî deh hezaran kesî tevlî merasîma cenazeyê bûn. Girseyê pêşî canezeyê Basutçu ji Mizgefta Selîmiye ya taxa Baglarê girt û cenazeyê wê ji aliyê jinan ve li ser milan hate hilgirtin û meş hate lidarxistin. Di meşê de posterên Ocalan û wêneyên Endama HPG'ê Basutçu hatin hilgirtin. Girseyê cenaze zêdehî 5 kîlometreyan li ser milan hilgirt û bir Goristana Gundê Gilbereşê. Li vir cenaze bi siruda "Çerxa Şoreşe" hate definkirin û piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat. 


´Ji azadiya jina kurd ditirsin´
Paşê Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata axivî û wiha got: "Bi êrîşa li Xizanê xwestin bi jinên kurd re peyamekê bidin. Jina herî tê tepisandin, mafên wê ji destê wê tên girtin jina kurd bû. Jinên kurd îro ji bo azadiya xwe li çiyayên Kurdistanê şehîd dikevin. Kesên vê yekê dibînin bi şehadeta 15 jinên HPG'î xwestin peyamekê bidin. Ji azadiya jina kurd ditirsin. Li hemberî vê yekê jî divê êdî jinên kurd bibin yek."
Pişt re dapîra Gulîstan Basutçu Yildiz Basutçu jî axivî û got:  "Ev tenê şehîda me nîn e şehîda we hemuyan e." Dayîka Basutçu Gulten Basutçu jî diyar kir ku ew bi têkoşîna keça xwe serbilind e-
Piştî karên veşartinê girse bi hev re çûn konê şîniyê yê ji bo Gulîstan Basutçu ya li taxa Beşevlerê hate vekirin.

 DÎHA/ ÊLIH