Ji bo bîranîna 15ê gerîllayên jin yên li bêjahiya Bedlîs û Sêrtê de di şer de jiyana xwe ji dest dan li Stockholmê civînek hate lidarxistin. Civîn li Komeleya Çanda Kurd pêk hat û girseyeke qelabalix beşdar bû.
Di destpêkê rêz hate girtin û ji 15 gerîllayên jin sînevîzyon hate nîşandan.
Omer: Li ser kurdan qirkirinê dimeşînin
Hevseroka Partiya Çareseriya Necîbe Omer di civînê de axivî û diyar kir ku pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê jin û ciwan dikin û ji ber vê yekê di serî de li Tirkiye, li gelek welatan dibin hedefa êrîşên dagirker. Omer diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelê kurd pêvajoyeke qirkirinê daye destpêkirin û welatên Rojavayê jî dibin hevkarê vê qirkirinê û piştgiriyê didin.
Li
Omer destnîşan kir ku artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîllayan nikare bi ser bikeve û ji ber vê yekê çekên kîmyewî dixe dewrê. Omer diyar kir ku di şerê 30 salan de artêşa Tirk cara yekem e ku 15 gerîllayên jin bi hev re kuştiye û weha axivî:
“Ev komkujî nîşan dide ku çiqas ji têkoşîna jina kurd ditirse. Dewleta Tirk hem li dijî jinên ku di warê legal de têkoşîna azadiyê didin hem jî li dijî gerîllayên jin yên li çiyayan bi hovane êrîş dike. Tevgera Jina Azad a Kurdistanê li pêşiya planên xwe yên dagirker weke têlûkeyek û astengiyeke dibîne. Di nav gerîllayên jin yên şehîd ketine ji çar parçeyên Kurdistanê jin hene. Ne tene jinên kurd ji netewên din jî gelek jin tevlî vê têkoşînê dibin. Têkoşîna jina kurd ji bo hemû jinên cîhanê dibe hêzek û ya ku dewleta Tirk ditirsînê jî ev bi xwe ye.
´Arjîn Garzan sembola têkoşînê ye´
Necîbe Omer diyar kir ku li dijî berxwedan û têkoşîna jina kurd dewleta Tirk polîtîkaya reşkirinê dimeşîne û ev hewldan şermezar kir. Omer diyar kir fermandara jin Arjîn Garzan xwedî têkoşîneke mezin e û weha got: “Bi salan di nav gel de xebat meşandiye, gelek kes bi keda wê şoreş nas kir. Arjîn Garzan sembola têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye. Di dema ku li dijî jinan qirkirinê dimeşînin bi helwest û berxedana xwe bûye sembol û şehîd ketiye.”
Bi tecrîdê pêşî li çareseriyê digirin
Hevseroka PÇDK´ê Necîbe Omer bal kişand ser tecrîda li hemberî Ocalan jî tê meşandin. Omer diyar kir tecrîda ku ev 8 mehin bi tundî dewam dike, bi armanca astengkirina çareseriya demokratîk tê meşandin. Omer diyar kir ku rêya aştiyê ji hevdîtin û naskirina daxwazên gelê Kurd derbas dibe.
Piştî axaftina Omer, kesên beşdarî civînê bûne jî li ser têkoşîn û kesayeta gerîllayên jin axivîn û soza xurtkirin û dilsoziya têkoşînê dan.
ANF/STOCKHOLM