“Ji bo em ji hev fêm bikin, em mecbûr bûn bi Kurdî bipeyivin û ji ber wê me sereqet ceza dixwar. Hingê ji ber nezanîna bi Tirkî, xelkê nediwêriya biçin bajêr jî. Hingê, ji min we bû, ji gundê me pê ve li dinyayê Kurd nînin.”

Nivîskar Ethem Xemgîn ê ku bi lêkolînên xwe yên li ser dîroka Kurdan û Îslamê tê nasîn, pêr li bajarê Elmanyayê Kolnê çû ber rehma xwedê, çawa dibêjin, gêl meşiya. Xemgîn ev demeke dirêj bû ji ber pençeşêrê derman dibû li klînîka zanîngeha Kolnê koça xwe ji nav zindiyan bar kir. Lê wî li dûv xwe xizneyeke mezin hişt a ku tê de “Dîroka Kurdistanê”, “Îslam û Elewîtî” û “Baweriya Mezda û Elewîtî” hebûn.   

Yeko Ardil ji bo rojnameya me beriya bi çendekê pê re peyivî, hem li ser 39 salên penaberiya wî û hem jî li ser tevahiya jiyana wî.

Birîna dijwar e zimanê Kurdî

Di vê hevpeyvînê de Ethem Xemgîn wiha behsa jiyana xwe bi xwe dike: “Serê pêşî dixwazim tiştekî bibêjim. Gava ku min dest bi dibistana destpêkê kir, min bi yek lefzê jî bi Tirkî nedizanî. Teqrîben sala 1955´an bû. Ez ji gundê Harûnan ê Kurecikê me. Dema li dibistanê kesek bi Kurdî bipeyiviya, lê didan yan jî cezayê pere didan wan. Em fêrî çend peyvên Tirkî bûn, lê dê û bavê me hîç bi Tirkî nedizanî. Ji bo em ji hev fêm bikin, em mecbûr bûn bi Kurdî bipeyivin û ji ber wê me sereqet ceza dixwar. Hingê ji ber nezanîna bi Tirkî, xelkê nediwêriya biçin bajêr jî. Hingê, ji min we bû, ji gundê me pê ve li dinyayê Kurd nînin.”

Bîrewer bûm ku ez Kurd im

Ethem Xemgînê ku ji ber xwînîbûnê bi malbatê re diçe Stenbolê û li wir lîseyê û fakulteya hiqûqê diqedîne, ji bo dildariya xwe ya gera li kokên xwe wiha îfade dike: “Lêgerîn ya rastî, li cem min dildariyeke xurt bû: Em kî ne, em ji ku hatine? Carekê min ji gundiyekî xwe ku weke min parêzer bû, pirsî ka ji ku dikarin çavkaniyan peyde bikim. Wî jî Ansîklopediya Îslamê pêşniyaz kir. Tê de ji Şerefnameyê hin dever ji ber hatibûn girtin. Cara yekê belgeya nivîskî ya ez çav pêketim derbarê Kurdan de ev bû. Ne tenê Tirkiye, li Îranê, Sûriyê û Iraqê jî Kurd hebûn. Lê ev çawa çêbûn, rabihuriya wan çi bû? Jixwe, di serdema 68´an de ez bi temamî bîrewer bûm ku Kurd im.

Derdê min xizmeta miletê min e

Ethem Xemgîn ê ku beriya bi 39 salan ji ber sedemên siyasî neçar penaberî Elmanyayê dibe. Ew dibêje, tevî gelek derfetan jî wî biryara xwe wiha daye; “Derdê min ew e ku xizmeta miletê xwe bikim.”

Axir li ser lêkolînvaniya xwe jî Ethem Xemgîn dibêje, “Tevahiya çavkaniyên dîroka dinyayê jixwe di bergên xwe yên destpêkê de behsa Mezopotamya û Misrê dikin. Ya din jî hûn dewama wê tînin. Mesela di çavkaniya de di beşa Anatolê û Huriyan de…  Beriya Huriyan Gutî hene. Beriya mîladê di sala 2000´î de bi hatina cem hev a eşîretan hatiye damezrandin, û di tifaqa eşîran de serekê her eşîrê 3 salan keyatiyê dike li wan.”

Ethem Xemgîn li ser rewşa Kurdistanê ha heyî jî fikrên xwe îfade dike: “Bûyerên li Kurdistanê gelekî girîng in. Nexasim jî meseleya hevserokatiyê ku li ser erdên Îslam lê serwer e heye, lê pê re li hev nake.” Ji bo têkoşîna wan jî wiha dewam dike: “Ti tişta Kurdan nîne ku di vî şerî de ji dest bidin. Jixwe, biqasî ku karibin bişikin, şikestine. Lê gelek tişt hene ku Kurd bi dest bînin, bi ser bixin. Tu çi ji xwe re dixwazî ji yê din re jî bixwaze. Gava mirov bi vî rengî bên cem hev, mirov dibin hêz, serî natewînin. Hingê hûn neçar nînin ku koletiyê bikin. Hûn ê xizmeta xwe bikin. Em siberoja xwe bi dest hovên kevne ve bernedin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Gazinek

 

Ethem Xemgîn hin gazinan jî ji wan aliyan dike ku pirtûkên wê çap kirin, lê hîç li wî û halê wî nepirsîn: “Ez rexneyê dikim li weşanxaneyên Doz û Berfînê, herduyan pirtûkên min çap kirin. Tevî ku kîtab hatin çapkirin û firotin, vegereke wê li min çênebû. Mafê telîfê ji sedî 10 ê min bû. Herî dawî min got, qet nebe ji her çapê sed pirtûkî ji min re bişînin. Ew jî bi tenê carekê kirin. Hingê, şev û roja min nebû. Bi tena serê xwe min lêkolîn dikir, not digirtin ji wir û ji vir. Zarok hebûn, min nekarî bi wan re elaqedar bibim. Diviyabû berdêla wê ne ev bûye.

Heger ji min re bigotana bi vî rengî, min bizaniya ku bi qasî misqalekê jî fêdeya min li Kurdan bûye, ez ê gelekî bextewer bibûma. Lê îhtîmala ku xebata min negihiştibe armanca xwe min xemgîn dike. Tu hatî vir ji bo ku min bibînî, ez pê gelekî bextewer bûm. Xwezî wan ê ku pirtûkên min çap kirin û firotin jî rojekê li deriyê min bixistana.”

 
 

Tu çawa ji Meletî derketî?

 

Ethem Xemgîn hevrûbûneke bi Ocalan re jî bi bîr tîne: “Dema ku min Ocalan dît, ji min re got, ´Gava me dest bi vî karî kir, li Meletiyê Kurdbûn li ber nemanê bû. Kesekî mîna te ku evqasî meraqa wî heye li ser dîroka Kurdan, çawa ji wir derket.?´”