Piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê, rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê bi damezrandina Rêveberiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê aram nebûye. Jixwe rewşa aloz a bi Bexdayê re doh bi cemidandina endametiya parlamenterên Kurd li Bexdayê, xirabtir bû. Bi ser halan de jî Başûrê Kurdistan ber bi hilbijartinên parlamen û serokatiyê ve diçe ku li gorî teqwîma hilbijartinan diviya 1´ê Çiriya Paşîn bi rê ve biçe. Heta niha di vê çarçoveyê de bi tenê Tevgera Gorran namzetê xwe eşkere kir. Di warê damezrandina Rêveberiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê de jî ji Tevgera Gorran serokê parlamenê Dr. Yusif Mihemed pêşniyaza encûmeneke nû kir. Serokê Parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed pêşniyaz kir ku li şûna Rêveberiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê, encûmeneke nû were avakirin.
Dr. Yusif Mihemed, serdana Sekreterê Berê yê Parlamena Herêma Kurdistanê Fexredîn Qadir kir. Serokê Parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed li Navenda Polîtburoya Komeleya Îslamiya Kurdistanê ya li Silêmaniyê helwêsta xwe ya der barê guhertina navê Komîsyona Bilind a Referandûmê û Rêveberiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê de eşkere kir.
Dr. Yusif Mihemed got; "Ez bi dilsozî pêşniyaz dikim, li cihê avakirina komîsyoneke wiha, bila encûmeneke weke parlamenê bê avakirin. Lê bila hinek selahetên diyarkirî hebin û bi rengekî demokratîk kar bike. Pêwîst e hemû biryar di çarçoveya saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê de bin. Di çarçoveya rûxandina demokrasiyê de nebe. Hêvî dikim ku dest ji zêdekirina cihên biryaran ên derveyî saziyên rewa berdin."
Di 1'ê Cotmehê de piştî civîna Komîsyona Bilind a Referandûmê, hate ragihandin ku komîsyonê dawî li karê xwe aniye û li dewsa wê Rêveberiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê hatiye avakirin. Hate diyar kirin ku ev rêveberî ji bo diyalogên li gel Bexdayê hatiye avakirin.
Gorranê namzetê xwe diyar kir
Hilbijartinên serokatî û parlamanê li Başûrê Kurdistanê, heger pêk werin, wê 1´ê Çiriya Paşîn li dar bin. Di vê çarçoveyê de mohleta qeydkirina namzetên serokatiyê doh bi dawî bû. Endamê Xaneya Raperandinê û Berpirsê Karûbarên Jûran a Tevgera Gorran, Mihemed Tofîq Rehîm, bû namzetê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê.
Li gorî dema ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, doh ango 3´yê Çiriya Pêşîn dema tomarkirina navên berbijêrên hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê bi dawî bû.
Li gorî madeya 5´an a qanûna hejmar 1 a sala 2005´an ya hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê, kesên xwe bikin berbijêr divê di ser 40 salî re bin, niştecihê Başûrê Kurdistanê-Iraqê bin, ji hemû mafên medenî û siyasî behremend bin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Başûrê Kurdistanê jî doh ragihand ku hilbijartin wê di dema xwe de werin kirin. Li gorî daxuyaniya Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Şoreş Hesen, beriya niha tenê hemwelatiyekî navê xwe ji bo namzetiyê daye qeydkirin.
Bexdayê derb li xwe xist
Di nava vê xirecira siyasî de cemidandina endametiya parlamenterên ji Kurd li parlamena Iraqê, rewşa aloz a di navbera Başûrê Kurdistanê û Bexdayê de xirabtir kir.
Rûniştina asayî ya parlemena Iraqê doh hebû. Parlementerên Tevgera Gorran, Komela Îslamî û beşek ji parlamenterên YNK’ê ji bo beşdarî rûniştinê bibin çûbûn Bexdayê. Lê, ji ber helwêsta Iraqê ya li hemberî referandûma Başûrê Kurdistanê parlamenter ji hola civînan a meclîsê vegeriyan û tevlî rûniştinê nebûn.
Hevpeymana Niştîmanî ya Iraqê doh bi şandeyekê li gel serokê parlemena Iraqê Selîm Cibûrî civiya û di vê civîna hevpar de rewşa parlamenterên herêma Kurdistanê li parlamena Iraqê guftûgo kir. Di encama civînê de biryar hate dayîn ku heta şekleke qanûnî bigire, endametiya parlamenterên Kurd yên li parlamena Iraqê were rawestandin. Di heman civînê de biryareke din jî di heman çarçoveyê de hatiye diyar kirin ku lîsteyeke parlamenterên alîgirê referandûmê, di helwesta xwede zelal in were derxistin, û radestê dadgehê were kirin. Wê ji dadgehê jî were xwestin ku endametiya wan a parlementoyê ji wan were girtin.
SILÊMANÊ/HEWLÊR/BEXDA