Li Katarê zîrveya demsalê ya Netewên Yekbûyî didome, ligorî lêkolîna zanistan a Norveç û Îngîlîstanê, di 2100 salî de germahiya cîhanê li gor dema beriya sanayiyê dê 5 santîgrat zêde bibe. Her wiha texmînên ku heta niha hatine kirin jî ku dê heta dawiya sedsalê 2 santîgrat derece zêde bibûya jî vala derneket.
Li gorî encama lêkolîna di kovara Nature Climate Change de hat weşandin de encamên balkêş deketine holê. Li gorî vê gazên serayê yê bi protokola Kyoto hatin hedefkirin û ji rêjeya sala 1990’î ji sedî 58 zêde bûye. Li hemû cîhanê salê 35 milyon ton gaza serayê li hewayê belav dibe.

Zirara zêde welatên 'pêşketî' didin

Li gorî lêkolînê ji sedî 28 li Çînê, ji sedî 16 li DYA, ji sedî 11 Yekitiya Ewropayê û ji sedî 7 jî ji Hindistanê gaza serayê belav dibe. Li DYA û Ewropayê belavbûna gaza serayê kêm dibe û li Çîn, Hindistan û welatên din yên pêşveçûyî zêde dibe.
Li welatên pêşveçûyî bi giştî serê kesî 11 ton gaza serayê par dike, li welatên ku pêşve diçin jî ji sedî 3,4 tone.
Aliyê herî balkêş yên lêkolînê eve ku dê germahiya global zêdetir bibe. li gorî zanistan heta sala 2100’î dê 5 derece zêde bibe. li welatên cîhanê ji ber ku li dijî germahiya global polîtîkayek nayê avakirin, hedefa ku wekê 2 hatibû texmîn kirin dê pêk neyê. Ev jî di serî de bi helîna qeşayê re dê asta deryayê bilind bibe û gelek herêm dê bin avêde bimînin.
Li paytexta Doha ya Katarê zîrveya demsalê ya Netewên Yekbûyî didome. lêkolînên ku encamên wan tên eşkerakirin jî nerênî ne . Li gorî rapora ku Bankaya Cîhanê amade kir germahiya global dê di 2100’an de 5 santîgrat derece zêde bibe. 

ANF/STRASBOURG