Hevserokê Meclîsa Gel a Geverê Şerafettîn Dede têkîldarî rewşa navçeyê û berxwedana ku tê meşandin de axivî û bi gotinên “Gever hêvî ye, Gever pêşeroj e” banga xwedîderketina berxwedanê kir. 


Dede anî ziman ku hêzên şer ên hikumeta AKP’ê bi rojan e taxên berxwedanê bênavber bombebaran dike û der barê rewşa heyî de wiha axivî: “Li taxên ku di bin bombebaranê de ne gelê me yê sivîl heye. Li hemberî taxan êrîşên bêsînor tê kirin. Tevî ku gelê me yê sivîl li malên xwe ye her der tê bombebaran kirin. Heron ku derê tespît bikin êrîşê wê derê dikin. Her der wêran kirine.” 




‘Berxwedana Geverê pîroz e’


Dede destnîşan kir ku qedexeyên ku hatine îlankirin derveyî zagon û hiqûqe ye û bang li gel kir ku guh nede van qedexeyan û li ber qedexeyan serî netewîne. Dede diyar kir ku li ber êrîşên bêsînor li Geverê berxwedaneke dîrokî tê pêşxistin û wiha pê de çû: “Gelê me li ber bêhiqûqiyê li ber xwe dide. Ji bo daxwazên mafên wekhev di nav berxwedaneke rewa de ye. Berxwedana Geverê pîroz e. Têkoşîna mazlum û zaliman e. Li hemberî tank û topan şerê vînê ye. Tank û topên gelê me tune ye lê vîneke ji pola heye.”



Dede anî ziman ku têkoşîna ku li Geverê tê dayîn ji bo hemû mirovahiyê ye û di serî de Şemzînan û Colemêrg bang li herkesî kir ku xwedî li berxwedanê derkevin. Dede bi van gotinan bang li gel kir: “Ji gundên derdor û her derî divê gelê me biherike vê derê. Divê gelê me berpirsyariya xwe bîne cih. Êrîş îro li vê derê ye lê sibê dê li cihên din be. Divê herkes ji bo Geverê dakeve kolanan. Gever ji bo gelên me hêvî ye, Gever pêşeroj e.” 


 COLEMÊRG