Welatiyên Geverî li hember qedexeya derketina kolanan doh serê sibê bedenên xwe kirin mertal û di encamê êrîşên dewletê Tirk ve Polîsan welatiyên ber bi taxan ve 4 kesan jiyana xwe ji dest da herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi rojane gel li hemberî operasyon û zextan di çarçoveya parastina cewherî de nobet digirtin û şevê din piştî seat di 23.30’an biryara qedexeya kolanan hat dayîn û pişt re 5 deqek şunda bi sedan leşker û tîmên taybet bi wesayîtên zirxî, panzer, altar, tankan taxên Orman, Mezarlik, Yeşîldere, Cumhuriyet, Dize û Kişla dorpêç kirin. Li hemberî tîmên taybet û dorpêça leşkeran li taxan bi hezaran welatiyan bi hêzên parastina cewherî re li hemberî êrîşan piştevanî kirin. 



Bombe, gule û hewan...


Ji taxên hatin dorpêçkirin re ji Fermandariya Tugaya Navçeyê û Tabura Efeleran bi sedan hewan hatin avêtin. Gelek hewan li diwaran û paçeyên malan ketin û di du malan de şewat derket. Li taxa Kişla seat di 05.00’an de hewanek li malek 3 qat ket û di avahiyê de şewat derket. Şewatê heya serê sibê berdewam kir. Kesên di avahiyê de di dema dawî de hatin xilaskirin. Dîsa seat di 01.00’an de jî topeke hewanê ji malekê ket û şewat derket û mal şewitî.




Şevê pevçûn û berxwedan


Li taxan şevê pevçûnê dijwar pêk hatin û tîmên taybet bi wesayîtên zirxî xwestin bikevin taxan û welatî ber bi nokteyên pevçûn lê tên jiyîn ve diçin. Pevçûnên seat di 23.30’an de li taxan dest pê kirin heya serê sibê berdewam kirin û bi taybet seat di 04.00’an de pevçûn dijwar bûn. Serê sibê jî ji tanq û wesayîtên zirxî bombe û gulebaran pêk hat û ji taburê jî hewan tên avêtin. Di bin bombebaranê de li taxan li gelek nokteyen êrîşên polîsan hatin şikandin û piştî serê sibê welatî çûn malên xwe polîsan xwest bi kepçeyên zirxî aliyê piştê ve barîkatan rabikin. Li ser vê yekê ji mizgeft û wesayîtan banga “gel derkeve kolanan” hat kirin.




Birîndaran di bin gulebaranê de birin


Tîmên tevgerê yên taybet di vê navberê de êrîşên xwe zêde kirin û hemû taxan di bin bombeyên gazê de hiştin. Maşîneyên zirxî ku ketin taxan rasterast welatiyên ku nobedê digirtin gulebaran kirin. Hêzên parastina cewherî jî heta sibê li ber xwe dan û dema maşîneyên zirxî ketin taxan welatî bi qetilkirinê re rûbirû man. Piştî ku welatiyên taxên din hatin taxên ku di bin êrîşê de bûn êrîş hinek rawestiyan. Bi dehezar kesên ku hatin taxa Ormanê birîndaran di bin gulebaranan de birin.




Bi sedan gule berdan mertalên zindî 


Tîmên taybet ku bi maşîneyên zirxî bi sedan gule berdan welatiyên ku birîndaran dibirin, li goristana ku li kêleka taxê ye û mertalên zindî li wê derê bû bi bombeyên gazê wan birîndar kirin. Piştî ku gel li vê derê jî polîsan rawestan, vê carê jî polîs êrîşî taxa Cumuhriyetê kir ku welatî cenazeyan anîn wê derê û li wê derê jî gel dîsa bersiv da polîsan. 


 DÎHA/COLEMÊRG