
Şervanên YPG/YPJ'ê li eniya rojavayê Kobanê Cerablusa li aliyê din ê Firatê di bin dagirkeriyê de ye temaşe dikin. Şervanên YPG û YPJ'ê yên li gundê Qiran gotin, "Em ê axa xwe azad bikin", pêşmergeyan jî got azadbûna Kobanê ji bo yekîtiya neteweyî gelek girîng e û tu ferqa YPG, YPJ û pêşmergayan tuneye.
Piştî azadkirina navenda bajarê Kobanê şûnde bi pêşengiya YPG-YPJ’ê operasyonên rizgarkirna gundan didome û gund yek bi yek tên rizgarkirin. Bi operasyonên ku li eniyên rojhilat, rojava û başûr didomin re, çeteyên DAIŞ’ê ji navenda bajarê Kobanê bi kîlometreyan dûr ketin û berxwedêran li eniya rojhilata xwe gîhand sînorê Girê Spî (Tel Ebyad) ê ku çeteyên DAIŞ'ê ji xwe re kirin baregeh û li eniya rojava jî xwe gihandin sînorê Cerablusê.
Em ji gundên eniya Rojava ya Kobanê ku li ser xeta sînor ya Bakurê Kurdistanê ye yek bi yek derbas dikin û em gihiştin nokteya dawî ya gundê Qiran ê. Gundê Qiran nêzî 30 kîlometreyî ji navenda bajar dûr e û aliyê herî balê dikişîne yê li gundê Qiran, Çemê Firatê ya di navbera Cerablus û Kobanê de sînor e û ji Bakurê Kurdistanê heta Başur dirêj dibe ye. Li Qiranê tevgerek mezin heye û kîlometreyek dûrî Qiranê gundê Çariqlî yê di bin dagirkeriya çeteyan de ye heye. Şervanan li gund li dijî Çariqlî mewzî ava kirin û dem bi dem dengê çekan bilind dibe.
'Gund yek bi yek tên paqijkirin'
Ji gundê Qiranê bajarê Cerablusê tê dîtin. Li gundê Qiranê em bi şervanê YPG'ê Îdo Ehmed re diaxivin û da zanîn ku wê di demeke kurt de hemû gundên Kobanê ji çeteyan bê rizgarkirin. Ehmed ku bi êrîşên DAIŞ’ê re tevli YPG’ê bû û di heman demê de li gundê Qiran bû destnîşan kir ku piştî azadkirina bajar, pêngava duyemîn a azadkirina gundan bênavber didome û wiha got: “Piştî êrîşên DAIŞ’ê malbatên me neçar man malên xwe terk bikin. Piştî berxwedana mezin em gihiştin serkeftinê. Niha jî em gundan yek bi yek paqij dikin. Niha em li gundê Qiranê ne. Em ê çeteyên ku kîlometreyî ji me dûr in paqij bikin."
'Ji bo yekîtiya neteweyî girîng e'
Fermandarê peşmergeyan Tariq Ehmed ku piştî êrîşên DAIŞ’ê bi armanca parastina Kobanê bi biryara Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê hate Kobanê derbarê operasyonan de axivî û wiha got: “Em bi birayên xwe yên Kobanê re li dijî dagirkeran têkoşiyan. Em ê şerê xwe bidomînin. Kobanê ji bo yekitiya berxwedan û ruhê serkeftinê gelek girîng bû. Heta dilopek xwîna me hebe emê li dijî çeteyan şer bikin.”
Pêşmerge Şakîr Omer jî ku bi cil û bergên pêşmergeyan tevli berxwedanê bû û ev tişt anî ziman: “Di navbera YPG-YPJ û pêşmergeyan de cudahî tune. Em li vir li dijî dijmin têdikoşin. Kobanê azad bû. Em ê gundên wan jî rizgar bikin.”
KADRÎ OZKAN/ROJDA KORKMAZ/DÎHA/KOBANÊ
7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de şevê din şervanên YPG’ê li gundên Qecer, Seyda û Zinarî yên nêzî 30 km başûrê navenda Kobanê dikevin, li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyên ku nikaribûn xwe li ber berxwedana şervanên YPG’ê ragirin, reviyan û hersê gund bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin.
Şervanên YPG’ê piştî ku her sê gund rizgarkirin gund ji mayin û bermahiyên çeteyan paqij kirin da ku welatiyên gund bi ewle vegerin gundên xwe.
Li gorî nûçeya ANHA’yê şervanên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de li gundê Kultep ê rojhilatê herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xist. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Her wiha li heman deverê şevanan wesayîteke çeteyan tevî 2 çeteyên têde bûn rûxandin.
Li eniya başûrojhilat herêmî jî şervanên YPG’ê li gundê Çelebiyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Hat ragihandin ku şer û pevçûn di navbera şervanan û çeteyan de li heman deveran berdewam e.
Ref bi ref beşdarî berxwedanê dibin
Li Kobanê 38 ciwanên ku ji Bakûrê Kurdistanê vegeriyan, tevlî perwerdeya parastina herêmên Kobanê ku ji aliyê YPG’ê ve tê dayîn bûn.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo ciwanên ku vegeriyane û dixwazin di xetên parastinê de cîh bigirin, dewreyeke perwerdeya leşkerî da destpêkirin. Perwerdeya ku 38 ciwanên ji Bakûr vegeriyane tevlî dibin, wê 2 hefteyan dom bike. Di dewreyê de wê ciwan derbarê bikaranîna çekan, mijarên siyasî, dîroka Kurdistanê de bêne perwerdekirin.
Yek ji ciwanên ku tevlî perwerdeyê bûne, Êrîş Kobanê diyar kir ku ew ji bo parastina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê ji Bakûrê Kurdistnanê vegeriya û piştî ku perwerdeya xwe bidawî bike, dê tevlî nava refên YPG`ê bibe û gundê xwe biparêz e. Êrîş bang li hemû ciwanên Kobanê kir ku vegerin û parastina herêma xwe bikin.
ANHA /KOBANÊ