Ambargoya siyasî û aborî ya li ser Rojavaya Kurdistan gelek tiştên jiyanî dibazêrê de buha kirinê. Li bajarê Kobanê gelek derman li dermanxaneyan nemane, dermanê hene jî bi buhayên giran têne firotin. Xwediyên dermanxaneyan Umer Mamed û Şerîf Hemo diyar kirin ku di encama ambargoya li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê dermanên nexweşiyên dil, tansiyon, şekir û gelek dermanên din kêm bûne. Xwediyên dermanxaneyan diyar kirin ku bazirganên dermên, dermanan depo dikin û paşî bi buhayên giran difroşin. Yewma ew neçarin ku dermanên biyanî yan yê Tirkî bi buhayên giran bikirin û giran jî bifroşine welatiyan.
Dermanfiroşan lêborîn xwestin
Li ser giliyên welatiyan, Meclîsa Tenduristiyê ya Kobanê, cezayê girtina heftiyekê li du dermanxenayên ku pîvannên pîşeya dermanfiroşiyê binpê kiribûn birî bû. Xwediyên herdû dermanxaneyan serî li Meclisa Tenduristiyê ya Kobanê dan û daxaznameya lêborînê pêkêş kirin. Xwediyên dermanxaneya soz dan ku careke din vê kiryarê dubare nekin û dê li gorî pîvanên pîşeyê tevbigerin.
Meclisa Tenduristiyê ya Kobanê daxaznameya xwediyên dermanxaneyan pejirand û dermanxaneyên wan careke din vekirin.
KOBANÊ