Li ser dîroka Kurdan bêguman gelek lêkolîn hatine kirin. Lê li Kurdistanê bi destên kurdan heta niha tu lêkolîn ji aliyê kurdan çi kolanên şûnwarî yên li ser dîroka kurdan kirine li gorî agahiyên min nîn in. Çima nîn e? Ev pirs bi serê xwe trajediya dîroka gelê me derdixe holê. zanînên me piranî ji dîroknasên yewnan (Grek), ji dîrokzanên rusî, ji dîrokzanên îngilîz, alman, tirk, fars û ereban in. Ji bo ku nivşên me yên nû bikarin li ser dîroka gelê xwe lêkolînan bikin û xwe têbigihijînin divê lêkolînên şûnwarî yên rasterast li Kurdistanê bi destên Kurdan bi xwe werin kirin.

Ji ber ku kesê ji derve wekî keseke herêmê nikare şîroveyên xurt li ser wan destkeftiyên di wan lêkolînan de bi dest ketine bike. Gelê kurd bi hezaran salan e li ser vê xakê dijî û gelê vê herêmê yê herî kevn e. Wekî ku berê digotin kurd ji bakurê Ewropayê hatine û li vê derê bi cih bûne ev îdia hemû nerast derketin û ji bo berjewendiyên dewletên Ewropayê ev propaganda hatiye belavkirin. Gelê kurd ji serdema neolotîk heta roja me ya îro li ser vê xakê dijîn. Ji ber çi em vê yekê dibêjin ango çi delîlên me hene em vê yekê dibêjin dibe ku gelek kes bixwazin ji me bipirsin? Gelek delîlên vê yekê hene ku em dizanin di encama gelek lêkolînên dîrokî yên li ser şûnwariyê de jî ev yek derketiye holê. Em Kurd careke din bûne qurbanê dagirkeriyeke çandî û dîrokî. Divê beriya her tiştî em karibin vê perdeya reş a dîrokê li ser serê gelê Kurd rakin. Îro tu ji çend Kurdan bipirsî dê nikaribin der heqê dîroka xwe de te ronî bikin. Yê ku te bikare ronî bike, ji sedî yek e. Yanî ji sed Kurdan yek hay ji dîroka xwe heye. Kurd bi dîroka xwe nizanin. Ma gelek bê hişmendiya dîrokî dê çawa bikare xwe ji nû ve ava bike. Berî her tiştî divê hişmendiyeke dîrokî û bi teybetî çandî ya xurt derkeve holê.

 

Dîroka 4 hezar salan

Divê gelê me berî her tiştî ji bo li ser piyan bimîne dîroka xwe baş bizane. Divê li bîra gelê Kurd a xurt a dîroka wî were kolîn. Mijara me ya vê dosyayê Girê Urkêş yanî Bajarê Urkêş paytexta Hûriyan ne. Bajarê Urkêş ku wekî paytexta Hûriyan tê zanîn îro li Rojavayê Kurdistanê ye. Dikeve başûrê rojavayê bajarê Qamişloyê. 5 km nêzî bajarê Amûdê ye. Ev bajar di nava gel de wekî Girê Mozan tê zanîn. Dîroka Girê Mozan ji roja me ya îro heta beriya niha bi zêdetirî 4 hezar salan diçe. Erda wê ya şûnwar di sala 1984’an de dest pê kiriye û lêkolîn li ser hatiye kirin. Marilyn Kelley Buccellati ve Giorgio Buccellati piştî lêkolîneke dirêj ev der keşif kirine û gotine ev der paytexta Hûriyan Urkêş e. Ev her du şûnwarnas bi eslê xwe îtalî ne. Dema van lêkolîn û kolanên şûnwarî dest pê kir, ev der di bin desthilatdariya rejîma Sûriyeyê de bûye û wekî dîroka wan hatiye zanîn. Sûriye navekî erdnîgarî yê dîrokî ye. Ne naveke etnîk yan jî siyasî ye.

 

Rengîniya Mezopotamyayê

Lê şovenîstiya ereban di demeke dirêj de hemû gelên ku li vê herêmê dijîn ji nedîtî ve hat û ew tune hesibandin. Bi van siyasetên qirêj gelek guhertinên demografîk ên bi zorê wekî kembera Ereb xistin dewreyê. Beriya bi salekê di medyaya Kurd de nûçeyek li ser Urkêş derketibû û gelekî bala min kişandibû. Jixwe dema qala dîroka Mezopotamyayê dîroka Kurdistanê tê kirin nikarim di cihê xwe de bisekinim û dibêjim illeh divê ez hêj pirtir vê mijarê bizanim. Piştî vê nûçeyê ez jî ketim pey dîrok û serpêhatiya Urkêşê. Min xwest wekî şûnwarnasekî bi xwendevanên hêja re parve bikim. Serdema Gutiyan, Hatiyan, Mîtaniyan, Hûriyan, Kassîtan û Subaruyan ew serdem e ku êdî li erdnîgariya Kurdistanê serdema rengê etnîsîteyan hêdî hêdî xwe dide der. Di dîroka mirovahiyê de B.Î. ji salên 3 hezarî şûn ve, piştî derketina nivîsê belgeyên ku êdî rasterast em gelan nas dikin, derdikevin holê. Dîroka Urkêşê diçe beriya zayînê bi du hezar salan wekî hemdemê Akadan tên zanîn. Jixwe gelek têkiliyên wan bi Akadiyan re hene û bi hev re bazirganî û têkiliyên çandî û siyasî jî datînin. 


Şerê Hûriyan û Akadiyan

Cihê ku B.Î. Hûrî lê desthilatdar in niha neviyên wan Kurd, ji bo ku bikarin gelê xwe li hemberî dagirkeran biparêzin hêj li ber xwe didin. Di serdema Urkêş ava bûyî de gelek caran rastî êrîşên Akadiyan hatine. Akadî ji Mezopotamyaya jêrîn hatine û gelek êrîş birine ser bajarê Hûriyan. Lê di dawiyê de Hûrî bi ser dikevin. Teqrîben beriya zayînê bi du hezar salan êrîşên Akadiyan dişkin û Hûrî bi ser dikevin. Nahêlin welatê wan were dagirkirin. Berxwedana Hûriyan a li hemberî Akadiyan û qebîleyên Ereban dişibe berxwedana YPG/YPJ ya li hemberî DAIŞ’ê. Tiştên dîrokî yên li vê derê hatine dîtin li cihê ku li bajarê Qamişloyê bên pêşkêşkirin birine Dêrazorê ku bajarê Ereban e û niha di destên DAIŞ’ê de ye.

 

Piranî di bin axê de ye

Di encamê de li ser vî bajarê Urkêş (Girê Mozan) ê dîrokî dixwazim çend gotinan bibêjim. Ev cih ku wekî Girê Mozan tê zanîn di serdema Hûriyan de beriya zayînê bi 2 hezar û 300 salan û heta beriya zayînê bi hezar û 300 salan ev der wekî cihwarekî şên hatiye bikaranîn. Li Girê Mozan di encama lêkolînan de dê hêj gelek tişt derkevin holê. Lê ji ber şerê ku li Rojavayê Kurdistanê heye, kolandinên wê yên şûnwarî hatine sekinandin û hêj gelek cihên vî bajarê dîrokî nehatine kolîn. Bi hêviya ku em Kurd bi xwe bikarin cihên xwe yên şûnwarî bikolin û dîroka gelê xwe bêhtir bi metodên zanistî derbixin holê û rastiya vî gelî ji vî gelî û cîhanê re ronî bikin.



NADIR ARZU