Girê Silor bû gora wan
HPG´ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di çalakiya li Girê Silor a Bêsosinê, di çalakiya gerîlayan de herî kîm 17 esker hatin kuştin û aqûbeta 9 eskerên artêşa Tirk a dagirker jî nediyar e.
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê di şexsê Atakan Mahîr û Zekî Şengalî de ji bo bibîranîna hemû şehîdên dema dawî, çalakiyekê bi bandor li Colemêrg û Şemzînanê li dijî 6 baregehên eskerî pêk anî. Di çalakiya li Girê Silor ê gundê Bêsosinê yê Şemzînanê de 17 esker hatin kuştin, 37 birîndar bûn û 9 esker jî winda ne. Balkêş e ku ev çalakî piştî wan nûçeyên derbarê veguherîna di nava gerîlayên HPG´ê de pêk hat. Jixwe hin çalakiyên bi droneyan ên ku çapemeniya Tirk behsa wan dike jî vê şikê xurttir dike.
HPG'ê li ser mijarê ev agahiyên êli jêr dan:
"Hêzên me, êvara 9'ê Mijdarê û sibeha 10'ê Mijdarê li dijî 6 baregehên eskerî yên dewleta Tirk û Walîtiya Şirnexê çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de li dijî Girê Silor ê navçeya Bêsosinê (Sungu Tepesi) ya li Şemzînanê, Tûgaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê, Qada Navendî ya 23. Fermandariya Tumenê ya Şirnexê, Tabûra Tankan a Cizîrê, Qada Kombûna Eskerî ya Hacilar a Silopiyayê û Qereqola Sînor a Şehît Mesût, çalakî pêk hatin. Ji cihekî nêz ve li Walîtiya Şirnexê hate xistin.
Tolhildana Atakan Mahîr û Zekî Şengalî
Di vê pêngava şoreşgerî de ku bi taktîk û teknîkeke nû pêk hat, gelek kuştiyên dijmin çêbûn. Lê belê mîna her carê dewleta Tirk a faşîst hejmara kuştiyên xwe yên di encama van çalakiyan de veşartin. Tenê nekariye kuştiyên xwe yên bûyera li Girê Silor ê Bêsosinê veşêre. Û neçar ma ku qebûl bike 7 kuştî û 25 birîndarên wan hene. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe wergirtine, 17 kuştiyên artêşa Tirk di vê çalakiyê de çêbûne û 37 jî birîndar bûne. Aqûbeta 9 eskerên winda jî nayê zanîn. Ev çalakî di şexsê hevrê Atakan Mahîr û Zekî Şengalî de ji bo bibîranîna hemû hevrêyên me yên dema dawî şehîd bûne, pêk hatiye."
Li aliyê din çapemeniya Tirk elaqedarî heman cihên çalakî li wan pêk hatine, behsa hin çalakiyên bi droneyan jî kir. Tevî ku HPG´ê derbarê rêbazê de agahî nedane jî, piştî daxuyaniyên li ser guhertina di terza gerîla de, dibe ku ev çalakî yek ji wan be ku vê serdema gerîlayê nû dide destpêkirin.
Li Başûr û Bakur bi yek carê
HPG'ê wekî din li ser çalakiyên li Qilaban û Girê Lêlikan a Başûrê Kurdistanê jî ev agahî dan: "9'ê Mijdarê saet 16.40'î hêzên me li dijî qereqola Serbendê ya li herêma Qileban a ser bi Şirnexê çalakiyek kir. Derbên giran li qereqolê hatin xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin zelal nebû.
10'ê Mijdarê saet 9'an hêzên me li Girê Lêlikanê yê ser bi navçeya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî eskerên Tirk ên dagirker çalakî li dar xist. Çalakî li dijî stargeh û çeperên dijmin hat kirin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin zelal nebû." ANF/BEHDÎNAN
--------------------------------------------------------------------------------
Gerîlayê pispor ê nû
Ev çalakiyên li dijî 6 Baregehên Artêşa Tirk ku heta niha encamên li Girê Silor hinekî zelal bûne, daxuyaniyên rayedarên HPG´ê yîn beriya demeke kurt anîn bîra mirovan. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel, Murat Karayilan di destpêka vê mehê de ji Stêrk TV re peyivî bû li ser terz û taktîka nû ya gerîlayên xwe gotibû: "Ya ku em pêşdibînin guhertineke bi kok a terzê şer ê gerîla ye. Armanca me ew e ku em gerîlayekî biafirînin ku karibe îstîxbarata dijmin û teknîka wî pûç bike.
Em dixwazin gerîlayê profesyonel û modern çêkin, gerîlayê ku di teknîkê de pispor e, di partîbûnê de zelal e, gerîlayê ku çanda eskerî, disîplîn û esasên nehênîbûnê kirine beşeke bivênevê ya jiyana xwe.