Bavên dagirkeran Fransiz û îngîlîzan rastkê danîbûn, Cizîr, Kobanî û Efrîn ji bakur qetandibûn. Baasiyan bi fêrbûnên ji mîrên xwe polîtîkayên helandin û têkbirinê xistibûn qada jiyanê. Li gor vê cîh bi cîh ereb dabûn bicihkirin. Girê sipî mîna giyana xwe lewitandibûn û kiribûn Til Abyad. Daîş a cewrên Erdogan, Saudî û Katarê perdeya reş ya ji dîroka cahîlîyeyê kişandibû ser. Roj li wir vemirî bû. Hêvî, dil, nêrîn, giyan û siberoj tev de reş, li benda derketina rojê bûn.
Dema van şevşevokên tarîstanê ji bo rojê li Kobanî jî vemirînin, bajarê Kobanî dorpêçkiribûn. Ji fermandarên reşahî û bêrîkê Erdogan li Dîlokê gotibû „Ha ket, ha bikeve!“ bêguman ev kolonîzatorê devbixwîn bê bersiv hîştin nedibû. Lema ji rêber û fermandarên gelê kurd yê xwedanê azmûnên sîh salî Murad Karayilan ew bersivandibû û gotibû: „Wê ne Kobanî, wê Til Abyad (Girê Spî) bikeve.“ Û Erdogan jî ket, Tîl Abyad jî ket.
Cizîra gewre û Kobaniya kelaha qehremaniyê, lêdana dilê Kurdistan mîna Mem û Zînê, Ferhat û Şîrînê bi evîna gihîştina hev dikeliyan. Rêheval, şervan, qehreman, jinên xwedanê kanên xweşik bi kesera nekanîna alîkariya hev bikin dinaliyan. Ev helkelîn bûbû daxwaza evîna gihîştinê.
Giyan û şêrên Kurdistan YPG, YPJ û komên dostan pêl bi pêl, gav bi gav, carnan tî û carnan birçî, her lêdan û meşiyan. Bi dil û kenên paqij û hêvî dagirtî ziravika mirinê qetandin, her xweşik bûn û bayê pîroziyê reşand.
Ji Kantona Cizirî ber bi Kobanî, ji Kobanî ber bi Cizîrî; mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund, navçe bi navçe, newal û deşt ji reşahî û rûreşiya cihanê paqij kirin; daku bikanin bigihîjin vê roja pîroz bi şev û roj lêdan û metir bi mêtir beziyan. Çendî nêzîk dibûn, tirîjên wê ew çend ew reşahiya wek xeniqok her diçirand.
Bere çirûskê hêviya azadiyê bi guleyên wan re hêvî diweşand, li pey jî ew reşahî wek pîşoyê şewitî li ber bayê diket û direşiya ser Enqerê, li ser bircên Aksaray diciviya, dibû tirs û li Kolonîzatorê dîktator dipiçikî. Dema HDP jî çembera bêbext benda dehan parçe kir, êdî hêz li wî nema, ket oda tarî, bi rojan bêdeng. Xwest pendê Nazarbeyev werbigire û firiya, li hewa hinek wêrekî hatê, stû xwarkir û bi zarinî got; “Hey koalisyona hevpeyman hûn lêdidin, ew jî paqijiya etnîkî dikin!” Lê haya tevahiya cihanê ji şivanê virek hebû, lema tenê keniyan û derbaz bûn.
Û roja pazdehê pûşperê xebereke xweş mîna derketina rojê li cihanê veda. Evindarên nav Kobanî û Cizîrî gihîştin hev, hev bi hesreta salan hembêz kirin.. Rêheval gihîştin hev, hev di dilsoziya germ de hemêzkirin. Kenên bi arama vê rojê gihîştin hev, hev temamkirin, hêviyên bi tarîtiyê ji hev hatibûn qutkirin li perengên ezman biriqîn û Ken!.
Li dilê her kesî şahî, ew çarşeva nîşana taritiyê bi weş ji ser xwe kirin. Jinekê wiha digot: “Ez bi mehan e ku bi hesreta bi xizmên xwe re rûniştin û cixarekê kişandinê me!” Hima rûnişt û cixara xwe vêxist, dûyê azadiyê di ser serê xwe re berda asûmanê bi mehan bû ku bi hesreta rojekê sayî bû, ew jî bi xwe re şad kir.
Hukumeta têkçûyî ya li Enqerê bi telaşa rûreşiyê wezîr û kizîr, MÎT û qît, şêwirmend û derewmendê xwe civandin, di ser hev de lorandin, dew û doza dek û dolaban gerandin. Lê bingehê wan têkçûyî, dostên wan têkçûyî, fesadiya wan têkçûyî. Bi gazinc û lavayan, bi pêşkêşkirina hemû tebayan xwestin cihanê bikişînin cem xwe. Lê wek wê gotina wan: “Bazara Borê qediya, bajo ser Nigdeyê!”
Û Girê Spî bi kenên YPG, YPJ û dostan her biriqî.