Meclîsa Rûspiyên Herêma Girê Spî ji bo Rêveberiya Xweser a herêmê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê bi awayekî fermî îlan bikin û pilansaziyekê ji bo pêşeroja vê rêveberiyê, civînek li salona Navenda Geşkirina Gundewar a bajarê Girê Spî li dar xistin.

Di civînê de şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ku ji “Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Xalid Berkel, Serokê Parastinê Ismet Şêx Hesen, Serokê Desteya Karên Derve Îbrahîm Kurdo, Serokê Desteya Karên Hundir Bozan Xelîl, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Mihemed Xan û hevserokên Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo” pêkdihat, beşdar bûn.

Di civînê de her wiha Endamê Buroya Têkiliyên Rêxistinî ya girêdayî YPG’ê ya herêma Serêkaniyê Hisên Koçer, Berdevkê Fermî yê Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat Şervan Derwîş, endamên Meclîsa Rûspiyan û saziyên civaka sivîl ên bajarê Girê Spî, nûnerên tabûra Siwar El-Reqqa û Meclîsa Biratî û Aştiya navxweyî ya bajarê Serêkaniyê amade bûn.


Mînaka biçûk a Sûriya demokratîk e

Salona civînê bi pankartên bi nivîsên wekî “Em Girê Spî bikin navenda hevgirtina çandî û dengvedana azadiyê”, “Paya gelên azad bi lehengiya şehîdan tê pîvan”, “Biratiya Gelan misogeriya aştî û azadiyê ye”, “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rastiya biratiya gelan diyar dike”, “Şehîd Emar û Şehîd Qehreman mînaka biratiya gelan in” û “Girê Spî mînaka biçûk a Sûriya demokratîk û Sûriyeya hemû pêkhateyan e.” hatibû xemilandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Dêrik bixêrhatina hemû beşdaran kir û wiha got: “Ji ber ku Girê Spî mînaka biçûk a Sûriya demokratîk e, ev civîn gaveke dîrokî di avakirina Girê Spî û Sûriyeyê de ye.”


Bibe mînaka jiyana hevbeş

Dêrik di axaftina xwe de got ku welatiyên herêmê bi berxwedan û hevgirtina xwe hemû pilanên li dijî pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê vala derxistin û niha jî hemû pêkhateyên herêmê bi hevkarî beşdarî avakirin û pêşxistina hemû aliyên jiyanê dibin.

Dêrik di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê bi hemû hêz û derfetên xwe herêma Girê Spî bikin mînaka jiyana hevbeş ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyeyê.

Di civînê de her wiha gelek axaftin ji aliyê şande, mêvan û rûspiyên herêmê hatin kirin. Her wiha rapora komîteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Girê Spî “Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Çandiniyê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Edaletê, Komîteya Karûbarên Jinan, Komîteya Şaredariyan, Komîteya Têkliyên Giştî, Komîteya Karûbarên Olî û Komîteya Edaleta Civakî (Lihevanînê).” hatin xwendin. 


 ANHA/GIRÊ SPÎ




’Em ê nehêlin tu kom derbasî Rojava bibin’


Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku ew nahêlin tu kes an jî komên çekdar di bin hinek navan de derbasî Rojava bibin û yên dikevin nava helwdanan jî dê di çarçoveya zagonî de bêne lêpirsînkirin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê nûçeyên ku di hinek dezgehên çapemeniyê de têne weşandin û tê îdîakirin ku komên bi navê “Pêşmergeyên Rojava” derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev yek pêk nayê û wiha hate gotin: “Hinek alîyên siyasî di ragihandinan de nûçeyên derbarê veger û derbaskirina kesên ku xwe bi peşmergeyên Rojava didin nas kirin, ji bo Rojava belav dikin. Me wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji destpêkê ve helwesta xwe di vê mijarê de zelal û piştrast kiribû ku em ê tiştek wisa qebûl nekin. Di heman demê de ji wan kesên ku piştgiriya vê mijarê dikin em dîsa di bêjin; derbasbûna çi grûpan an jî kesan di bin wan navan de wê rastî lêpirsîn û zagonan bên û em ê ti caran ji bo armancên wisa derfet nedin.

Ji bo metirsiyên dewleta Tirk derbarê yekîneyên me yên li ser sînorên wê yên başur de, ti bingeh derbarê wan metirsiyan de tune ye. Wek tê zanîn ku di wan 4 salên borî de sînorên me bi Tirkiyeyê re ên herî bi ewle bûne û ti êrîş ji hêla sînorên me li ser Tirkiyeyê çênebûne.” 


NAVENDA NÛÇEYAN