‘Girêdana gelan em rizgar kirin’

Haberleri —

Firez Keşîşan ku di sala 1928’an de piştî fermana qirkirina ermeniyan pêşiyên wan koçî Serêkaniyê kir, yek ji şahidê şerê sala 2011’an ê Serêkaniyê ye. Keşîşan qala şer û dilsoziya gelê Serêkaniyê û sedema hatina xwe ya Serêkaniyê kir. Keşîşan anî ziman ku ew ji ber ku nêzîkî sînor bûye û nêzîkatiya gelê Serêkaniyê ya li vir wiha got: “Di fermana qirkirina ermeniyan de kalikê min koçî Serêkaniyê kiriye. Ji ber ku kalikê min nexwestiye ji sînor qut bibe, li Serêkaniyê bi cih bûye. Ji sala 1928’an heta niha em li Serêkaniyê dijîn. Destpêkê dema hatin vir ji axa vir, ji miletê vir hez kirin, ji biratî û mirovahiya vir hez kirin. Ji ber vê jî ji bo me Serêkaniyê pir bi qîmet e. Dibe ku van salên dawîn me hin zehmetî kişandibin. Lê Serêkaniyê ji bo me wek ku bav û kalên me çawa ji bo me behs kirine ew qas giranbuha û şîrîn e.” Keşîşan di berdewama axaftina xwe de behsa şerê Serêkaniyê yê 2011’an dike û dibêje ku di wî şerî de gel pir zehmetî kişandine û ev tişt anî ziman: “Dema çete ketin Serêkaniyê bi rastî jî tiştek nema. Jiyan hat sekinandin. Lê li gel vê jî min tu carî derketina ji Serêkaniyê qebûl nekir. Ez bê nan û bê av mam lê dîsa jî dev ji axa xwe berneda. Milet dema ku pê hesiya ez bê nan mame, her kesî ji min re nan û av anîn. Ez her dibêjim, ji ber ku miletê Serêkaniyê wisa baş bû, xwedê alîkariya wan kir û em dîsa gihaştin jiyana xwe. Gelê vir li gel ew qas nebaşiyê tu carî însaniyetiya xwe winda nekir.” Keşîşan destnîşan kir ku piştî bajarê Serêkaniyê ji aliyê şervanên YPG’ê ve ji çeteyan hatiye paqijkirin ew careke din gihaştine bajarên xwe û wiha domand: “Piştî rizgarkirinê em û gelê vir bi hev re me dest bi avakirina warên xwe kir.” Her wiha Keşîşan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê ku welatê xwe hiştiye û çûye kir ku vegerin ser axa xwe. 


 ANF / SERÊKANIYÊ 


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.