AMED: Çalakiya gireva birçîbûnê ya di 12'ê sibatê de li avahiya BDP'ê ya navçeya Peyasa Amedê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hatibû destpekirin, piştî komên Endamên Meclîsa Giştî ya Bajar, Şaredarên BDP'î û rêveberên BDP'ê niha jî bi komên endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-DER)'ê dewir girtin. Li salona çalakiyê pankarta "Hûn nikarın roja me tarî bikin an azadi an azadî", "Ji tecrîda li Îmraliyê re bes e" daliqandin. Çalakgerên ku di girevê dene diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi biryarin.
ÊLIH: Çalakiya gireva birçîbûnê ya li avahiya BDP'ê ya navçeya navendî ya Êlihê jî di 19'ê sibatê de hatibû destpêkirin didome. Di roja 18'emîn de bi komên nû didome. Gelek emdam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî hatin çalakger ziyaret kirin. Di çalakiyê de stan hatin gotin û dengêjan klam gotin.
WÊRANŞAR: Li navçeya Wêrenşara Rihayê jî çalakiya gireva birçîbûnê bi dewirgirtina koma Sêweregê didome. Çalakiya girevê di 227an de ji aliyê gelek welatî û nûnerên saziyên sivîl ve hatin ziyaretkirin. Li salona çalakiyê dowîz û pankartên "Ji Brêz Ocalan re azadî", "Ji komkujiyê re na, çareserî û diyalog", "Em komploya nawneteviya 15 Şibatê şermezar dikin" rakirin. Çalakî dê sibê rêxistina Wêranşarê dewir bigire.
BAZÎD: Çalakiya gireva birçîbûnê ya li Navçeya Bazîda Agirî jî berdewam dike. Çalakiya ku ji aliyê rêxistina BDP'ê ve hatebû destpêkirin ji aliyê welatî û personelên şaredariyê ve hatin dewirgirtin. Gelek kesan çalakger ziyaret kir.
GEVER: Li navçeya Gevera Colemêrgê jî çalakî didome. Çalakiya ku welatiyên taxa Cumhuriyet, Dize û Îpekê ketibûn girevê ji aliyê welatiyên taxa Serdeşt, Înîsiyatifa Dayikên aştî ve hate dewirgirtin. Gelek welatî û personelên şaredariyê çalakger ziyaret kir.
DORTYOL: Çalakiya gireva birçîbûnê ya li navçeya Dortyola Hatayê ve 8 roj berê hatibû destpêkirin didome. Çalakî dê sibê bi daxuyaniyê bi dawî bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN