KCK di demekê dîrokî û hesas de bangawaziya kongreya neteweyî kir. Girîngî û hesasiyeta qonaxa ku Rojhilata Navîn di nav de ye, jixwe aşkere ye. Di nav wê krîz û aloziyê de, Kurdistan jî yek ji diyarkerê wê çarenûsê ye. Rojavayê Kurdistanê dixwaze statûya xwe di herêmê de bide diyarkirin. Başûrê Kurdistanê rexmê ku destkeftiyê gelê Kurd e, di dema xwe ya herî bi krîz de ye. Krîza aborî, siyasî û civakî, gihiştiye asta xwe ya herî bilind. Li Bakurê Kurdistanê jî tevgera azadî ji aliyê siyasî ve xwe wek alternatîfa rejîma faşîst û desthilatdar a AKP nîşan da, ji bo wê jî bi êrişan re rûbirû ma. Gel li Bakur bi wê erîşê bi awayêkî hovane re rûbirû ne. Li Rojhilatê Kurdistanê nakokiya siyasî di navbera partî û rêkxistinên siyasî de astekî mezin de ye, rejîm jî ser hemû gelan nexasim gelê Kurd siyaseta înkar, qirkirina sipî, darvekirin û êşkence bi rêve dibe.
Di rewşekî bi wî rengî de eger xwesteka azadî û parastina deskeftina Kurdistanê û bi destxistina azadiyê hebe, kongreya neteweyî pêwistiyekî dîrokî ye û divê pêk were. Di nav partî û rêxistina Kurdan de pêwistî bi nezîk bûyina gel hev û avakirina mêkanîzmeyek heye da ku gel bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Di heman demê de wê mekanîzma dikarê di tevahî Kurdistanê de partî û rêxistinan bînê gel hev. Niha di navbera hêzên Kurd de mekanîzmayeke ku bikaribe wan bînê gel hev nînê. Ji bo wê her kes dixwazê xwestek û berjewendiya xwe yê rêkxistinî û şexsî, malbatî pêş berjewendiya neteweyî deyne. Ji bo wê kongre dikare hem partî û rêxistinên der û dorê hev kom bike û hem ji dikare plan ji bo pêşerojê saz bike. Eger di rewşa îro ya Kurdistanê de kongreya neteweyî çênebê, ev partî û rêxistinan nikaribin gel hev, ji bo parastina hevbeş a Kurdistanê nikarin gav biavêjin û li ser vê esasî Kurdistan wê bikeve tehlukeya herî mezin a dîrokî.
Beşêkî din ev e ku kongreya neteweyî hebûna mekanîzmaya çavdêrîkirinê pêk bîne û gavên bên avêtin li gorî berjewendiya neteweyî bipîve. Yanî eger partî û rêxistinêkî nexwaze di çarçoveya erkên neteweyî û berjewendiya gelê Kurd de gav biavêjê, kongre dikare bibe mekanîzmayek ji bo pêşîgirtina wê. Esas eger di demên bihurî de kongreya neteweyî çêbûbaya Başûre Kurdistanê ne di vî rewşî de bû.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî belav bûn û nakokiyên partiyên siyasî û parçebûna wan bingeha xwe ji nebûna mekanîzmayekî hevbeş û nebûna diyalog di navbera wan de digire. Heta par ev belav bûn karî destê rejîma Îranê xurt bike. Lê ji bo pêşîgirtina rejîm û şerê vê tekane rêk hevgirtin û avakirina mekanîzmayekî hevbeş e.
Niha Rojhilata Navîn ji bo dîzayna xwe ya nû çêdike. Di wê dîzayna xwe ya nû de eger hemû netewe û bawerî bi awayekî xurt û bi lêz nekevin nav guhertin û veguhertinê, wê nikaribe destkeftiyan peyde bike. Gel li her parçeyê Kurdistanê bi qirkirinan re û her wiha bi pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî re rûbirû ne. Gel heya astêkî êdî li benda partî û rêxistinên xwe dimînê. Eger ji ber berjewendiya xwe berjewendiya neteweyî deyne aliyêkî, wê demê li aliyê gel ve tê hiştin û gel wê çareseriya xwe li cem partiyên din bibîne û ji bo vê yekê çareserî peyda dike. Ji bo vê eger gel his bike ku partî û rêkxistina wî ne li gel bereya hevgirtî û netewe xwe ne, vê yekê wê efû neke. Niha di navbera partiyên parçeyan de nakokî hene. Deskeftiyên Kurd bi êrişan re rûbirû ne, tunebûna deskeftiyên Kurd li parçeyekî tunebûn û lewazbûna hemû parçeyan e. Yanî li Kurdistanê eger bixwazin hemû parçe bi hevrê ji bo her parçe gav biavêjin, tekane rêk gihîştin û pêkanîna kongreya netewî ye.