BIRYAR MIHEMED
HEWLÊR/ROJNEWS
Peykerên 34 kesayetên Kurd li Parka Mînare ya bajarê Hewlêrê hatine çêkirin. Ji vana, difn û guhên 23 peykeran ne bi wan ve ne. Rêveberê projeya çêkirina peykeran, li ser mijarê got, bi zanabûn difin û guhê peykeran hatine şikandin.
Li ser vê rewşê rêveberê pirojeya peykerê kesayetên navûdeng yê Kurd Hawkat Riskin û Berdevkê desteya Rêvebir ya Mafê Mirovan Mihemed Gumeşinî bal kişand ser şikandina difin û guhên peykeran.
Hawkar Riskin got, “Ji nava 34 peykerên kesên bi nav û deng yên Kurd, difin û guhê 23 peykeran hatine şikandin. Weke sedem, yek jê bikaranîna madeyan e, ya din jî ji ber dîn e, meselya din jî xwedîderneketina li peyker û wêneyên kesayetên bi nav û deng ên Kurd ji aliyê Rêveberên Parkê ve ye. Li aliyê din jî ew welatiyên bê kar û aciz, tên qehra xwe di serê van peykeran re derdixin.”
Bila hikûmet girîngiyê bide pê
Hawkar Riskin bi bîr dixe ku peyker ên kesayetiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê ne û dibêje, “Gelek ji van kesayetên bi nav û deng yên ku peykerên wan li vir hene, niha jî sax in.”
Hawkar Riskin daxwaz ji Hikûmeta Herêmê dike ku bêhtir giringiyê bide bi peykersaziyê da ku ti kes careke din van peykeran neşikîne. Em li vir bi bîr bixin ku ev cara duyem e ku ev peyker têne şikandin.
Kes nagihîje armanca xwe
Desteya serbixwe ya Mafê Mirovan jî îşaret bi vê yekê kir û got, “Bi şikandina difin û guhê peykeran, ti kes nagihiştiye armanca xwe heta niha.”
Berdevkê desteyê Mihemed Gumeşînî wiha peyivî: “Bi dehan peykerên kesayetên bi nav û deng li nav Parka Şanîdar jî hene, lê mixabin herî zêde li wir hatine şikandin. Bi şikandina difin û guhê peykeran kes nagihe armanca xwe.“
Li ser şikandina difin û guhê peykeran heta niha çi nivîs li ser lewheyan nehatiye nivîsin.