Girtiyên PKK’î û PAJK’î bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bi dawî bibe binpêkirina mafên girtiyan bi dawî bibe dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin. 
Li ser navê girtiyên PKK’î û PAJK’î Deniz Kaya daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û zextên li ser girtiyan raweste şertên azad bê avakirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dikin. Kaya, anî ziman ku di navbera 15’ê Adarê û 15’ê Nîsanê de bi awayekî 5 rojan darveger mehekê çalakiya greva birçîbûnê pêk tînin. Kaya, da zanîn ku îktîdara AK Partiyê piştî 15’ê Tîrmehê li Tirkiye OHAL îlan kiriye û hemû Tirkiye bi rejîma OHAL’ê bi rêve dibe. 

Bang ji bo malbatan

Kaya, bang li malbatên girtiyan jî kir û wiha got: “Em dixwazin têkoşîna xwe li her derê mezin û belav bikin. Dê li hemû girtîgehan bi komên 3 - 5 kesan di navbera 15’ê Adarê û 15’ê Nîsanê de bi awayekî 5 rojan dorveger mehekê çalakiya greva birçîbûnê pêk bînin. Kaya, bang li gel kir ku bi piştgiriya xwe têkoşînê xurt bikin. 



NAVENDA NÛÇEYAN