Di çarçoveya kampanya alîkariya Rojava ku girtiyên PKK û PAJK´ê dabûn destpêkirin, girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê der barê pirsgirêkên gelê Rojava dijîn û ´kampanyaya alîkariyê´ de ji DÎHA'yê re faks şandin. Girtiyan di faksa xwe de bal kişand ser girtîngiya kampanyaya alîkariyê û ji hemû gelê kurd xwestin ku bi berpirsyarî nêzî mijarê bibin.


Li dijî ambargoyê nerazîbûn

Girtiyan bal kişandin ser ambargoya li ser Rojava tê meşandin, helwesta girtina deriyê sînor weke xiyanetê bi nav kirin û weha anîn ziman:  "Di dîrokê de her tim desthilatdaran ji bo gel û civakê bixin bin kontrola xwe serî li rêbazên cuda dane. Bi rêbaza birçîbûnê xwestin civakê û gelan dîl bigirin û li gorî rêvebibin. Îro jî hikûmeta AKP'ê heman rêbazê li hemberî gelê kurd pêk tîne. Dîsa PDK sînorên Rojava girtin û tevlî rêbaza birçîbûnê ya desthilatdaran bû. PDK li hemberî gelê Rojava yê ku di serdema Saddam de ji bo alîkariyê her tiştê xwe seferber kir di nava hewildanekî xiyanetê de ye."
Girtiyan da zanîn ku ew bûyerên li Rojava di nêz de dişopînin û wiha destnîşan kirin: "Em berxwedan û sekna gelê Rojava silav dikin. Em gotinên dayîka Fatma yên bi telefonê tevlî radyoyê bûbû û gotibû ´Em bi pelên daran jiyana xwe bi domînin jî em teqez ji rûmeta xwe paş ve gav navêjin û em teslîmî desthilatdarên dixwazin em bi birçîbûnê terbiye bikin nabin. Ji ber ku em bi felsefeya Birêz Ocalan dijîn´ jibîr nakin. Ev gotin wezîfe, piştgîrî û berpirsyariya her kesî û karên divê ji bo Rojava bên kirin destnîşan dike.

Ji bo alîkariyê bang

Girtiyan diyarkirin ku wê li girtigeyan jî, bi tevlîbûneke xurt ji bo Rojava kampanya alîkariyê bimeşînin û ev bang kirin: "Weke girtiyên siyasî yên ji doza PKK'ê ji bo em piştgirî bidin sazkirina xweseriyê ya kurdên Rojava me biryara kampanyaya alîkariyê girt. Divê hemû gelê welatparêz û raya giştî ya demokratîk di vê mijarê de hestiyar be û piştgiriyê bide kampayaya Rojava. Em spasiyê li hemû kesên ku tevlî kampayayê dibin dikin." 

DÎHA/AMED