Hate diyarkirin ku li vê girtîgehê 180 karker dimînin û di nava şert û mercên xerab de karê giran dikin. Hate zanîn ku girtiyên li vir karê giran dikin, berhemê hilberîna li vir ji kantînên 120 girtîgehên Tirkiyeyê re dişîne. Malbatan serî li şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dan û alîkarî xwestin.
Girtiyê ku navê xwe nexwest bide anî ziman ku di kanûna 2011'an de kamyonek fasûlî, kamyonek nok û gelek maşîneyên pîşesaziyê hatin wergirtin û ji burçeya 2011'an çêkirin. Girtî, da zanîn li ser pişta girtiyan karê dikin û li vir bi hilberînê hemû berhemê ku tê afirandin ji hemû girtîgehên Tirkiyeyê re tê şandin.
Girtî, anî ziman ku li girtîgehê seravanî jî te kirin û li vir rojê 2 saetan wan didin xebitandin. Girtî, da zanîn ku li gel Wezareta Dadê butçe ji vê yekê re qetandiye jî dîsa girtiyan di karê qalorîfera serayan de dixebitînin û wiha got: "Disa li vir baxçeyên hinar, sêv û wekî din hene. Ji 25 ton hinar û 25 ton sevan 5-6 ton hilberin derdixin. Dîsa di meha çiye, 18.05.2012 - 09:40:57
sibat û adara 2012'an de hemû girtî dizanin ku li Girtîgeha Vekirî ya Toprakkaleyê çend hezar TL zerar çêbûye.
DÎHA/EDENE