Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) amadekariya vekirina yekemîn navenda xwe li bajarê Girê Spî dike. Navend li bakurê bajêr e û ji 4 ode û salona lidarxistina civînan, pêk tê. Li navendê her weha meydana lîstina futbolê jî heye.

Dema ku çeteyên DAIŞê bajar dagir kiribûn, ev navend wekî girtîgeh bi kar dianîn. Ciwanan bi alîkariya şaredariya bajêr, dest bi paqijkirina bermahiyên çeteyan kir.

Piştî ku navend bê paqijkirin, dê pencere û deriyên wê bêne nûkirin da ku di demeke nêz bê vekirin. 


 GIRÊ SPÎ