Konsepta 2014´an ya dagirkerên Tirk rasterast pelixandina serkarî û destketiyên Kurd di warê siyasî û ziman de werdigire. Ev konsept li ser du bingehan rûniştiye. Ji van bingehan yek serkariya Kurd ya warê siyasî û rêvebiriyê ye, yek jî warê ziman e. 

Ta di sala 2013´an de dest bi amadekariya vê konseptê kirin. Yek ji van amadekariyan, trollerên ji kom û komikên Kurd yên ji salên heftêyî mayî ne. Ew ji Ewrûpayê anîn, wek beşek vê projeyê rê li bangaşî û karê wan re vekirin, ew xistin nava dijbangaşiyeke bi navê Kurdan û ji wan re TRT6 dan amadekirin. 

Bi armanca bikanin di warê bangaşiyê de hê baştir bi ser bikevin; projeya TV ya Rûdawê jî xistin qada jiyanê. Ew mîna ku TVyeke Kurdî be, dan demezirandin, lê ji bo ku were sêrkirin jî, Dijle TV roja 22.09.2013 saet 21:46:25 dan girtin û frekansên wê dan Rûdawê. 

Ji amadekariyan yek jî ew sîmulasyona leşkerî bû ku bi zanistî di çapemeniyê de dan weşandin, da ku bikanin girseyên gel ji bo vê konseptê bidin amadekirin. Di warê xwînxwariyê de jî kujeriyên Pîrsus, Amed û Enqerê jî prova bûn ji bo ku gel ji vê konseptê re amade bikin.

Projeya pênaberan bi komî xistina ser rêya Ewrûpayê ne tenê wek şantajekê organîze kirin, ji bo ku bikanin ewrûpiyan bi vê mijarê re mijûl bikin û pêşî li bertekên wan ên li hember komkujiyên li Kurdistanê bigirin û komkujiyan di nava bêdengiyê de pêk bînin.

Birêkxistina Daîşê û komên îslamîst yên li Sûrî û Iraqê jî beşeke vê konsepta bêbext bû. Jixwe di hedefa Daîşê de hima bigire tenê Kurd û Kurdistanî hebûn. Eniya îslamîst jî bi vê aliyê konseptê ve girêdayî bû, lê bi ser neket, bi berxwedana gelê me têk çû.

Dagirkeran pratîka sîmulasyona leşkerî li bajarê Farqînê û Gimgimê dan ceribandin û piştî wê jî di bajarên wek Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever de jî derxistin lûtkeya xwînxwariyeke di rengê wehşeta herî hovane de. Di vê dema kujeriya li bajaran, trollerê qaşo nijadkurd yan jî kurdewar bê kêmasî ketin xizmeta vê konseptê.

Wek armanceke vê konseptê dengê çapemeniya muxalif jî bi tevahî dan birrîn, hê berê xwe dan warê serkariyên heremî ango şaredariyan û parlamenteran. Kêliya ev jî di nava bêdengiyekê de hetanî radeyekê fetisandin, vê carê jî berê xwe dan tirsa herî mezin, warê ziman. Ew pir baş dizanin ku serketina zimanê Kurdî bi xwe re serkeftina neteweya Kurd jî tîne.

Di konseptê de têkbirinên bingehîn yek jî destketiyên zimanê Kurdî bûn. Bi qeyûman re berê navên şaredariyan ên bi Kurdî dan rakirin. Trollerên qaşo kurdewar di vê kêliya êrişan de der û dora xwe bi çîrokên qaşo serxwebûn û êrişkarî mijûl kirin. Li gor konseptê berê dibistanên Kurdî girtin. Di vê kêliyê de jî trolleran erkên xwe yên bêbext domandin. Pişt re jî Kurdî-Der û komalên MKMê girtin, lê cihana bi stranên TRT6 û derewên Rûdawê re mijûl bûyî, ev jî nedîtin, di rastiyê de li gorî fermana dane, divîbû nedîtana.

Bi sedan komaleyên din jî dan girtin, lê dest nedan yên trollerên qaşo kurdewar, her û her ew ji bo dengbirrîn û serîtevlihevkirinê bi kar anîn. Dema li gor baweriyên xwe di wî warî de jî bi ser ketin, hê nû berê xwe dan Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê.

Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ne tenê di warê ziman de dem bi dem karên gelek baş ji bo zimanê Kurdî kirin, ew di heman demê de diyariya kesayetiyên bi nirx ên wek Apê Musa (Enter), Cemşîd Bender, Feqî Husên Saxniç û hê gelek kesayetiyên din jî bû. Di meydana navneteweyî de jî di gelek çalakiyan de cih girtibûn. Ev jî wek qiteke tirsê di çavên dagirkerê Tirk de çik bûbû.

Di hin zanîngehan de qaşo hebûna beşên Kurdî jî xwedan hin armancên kirêt in. Li aliyekî naveroka rastî û wêjeya ziman valakirin e. Li aliyê din armanca din ew e ku hestên neteweyî torpî bikin, wê bixin xizmeta zimanê Tirkî, bi rêya vê jî Kurdên bi xwe ve girêdayî mijûl bikin. Aliyê herî bi dek û dolab jî bi wê bala cihanê xapandin e.

Bi gotineke kurt û kurmancî armanca vê konseptê ev e: têkbirina hestên neteweyî, valakirina naveroka nirxên heyî, têkbirina serkeriya gelê Kurd di her warî de û tenê wek mînaka Çermsorên Amerikayê çend rezervên ji bo cehş û trollerên xwe hiştin û bi rêya wê ji pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ji holê rakirin.