Tevgera Azadî ji bo ku dilê Tirkiyeyê xweş neke bersiv neda YNK´ê û hewldanên xwe yên hiqûqî dewam dike. Buroya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Silêmanî da zanîn ku sedema girtina ofîsên Tevgerê siyasî ye.

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê li ser miracaeta Tevgera Azadî careke din diyar kir ku Tevgera Azadî partiyeke qanûnî û fermî ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan 25’ê Mijdara 2018’an biryarek da ku hemû sazî û dezgehê belgeya wan a fermî nebe, bên girtin û çalakiyên wan bên astengkirin. Di çarçoveya vê biryarê de hemû ofîs û navendên Tevgera Azadî hatin girtin.

Piştî van bûyeran ji bo çareserkirin û dubare vekirina ofîs û navendên xwe, Tevgera Azadî hewl dide. Ew hewldanên xwe di asta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de dewam dike. Li ser vê yeke Heyeta ku ji Berpirsê Desteya Karê Dîplomasî yê Peywendiyên Tevgera Azadî ya Hûsên Kerkûk û Endamê Desteya Karê Dîplomasî ya Tevgera Azadî Nerîma Ehmed pêk tê çû serdana Bexdayê.

Li ser vê mijarê endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed got, hema piştî bûyeran wan dest bi lêgerînên hiqûqî kiriye. Ji ber ku hewldan û miracaetên wan bê bersiv man, wan weke heyetekê seriyek da Bexdayê.

Pirsgirêka qanûnî nîne

Nerîman Ehmed wiha domand; “Li Bexdayê me miracaetî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê ya beşê partiyên siyasî da. Derbarê girtina ofîsên Tevgerê de bi armanca lêkolînê nivîs ji ofîsên komîsyonê yên partiyên li Silêmaniyê re hate şandin û ofîsa Silêmanî jî ev bersiv da: Ti pirsgirêka qanûnî ya Tevgera Azadî nîne, lê ji ber bûyerên siyasî ofîsên wan hatine girtin.

Ji bo dilxweşkirina dagirkeran

Nerîman Ehmed di dewamê de got; “Mixabin konsolosxaneya Tirkiyeyê daxuyanî da û derbarê girtina ofîsên Tevgera Azadî de malavaiya YNK´ê kir. Ev helwêsta YNK’ê dilê Tirkiyeyê xweş kiriye, lê biryara girtina ofîsên Tevgera Azadî di nava civakê de bûye sedema nerazîbûnên hişk û hinek alîgirên YNK’ê jî bi vê biryarê ne rehet bûne. Lê me ji bo ku dilê dijmin û dagirkeran xweş nekin me bersiva êrişan neda. Ji ber ku dewleta Tirk ji vê sûdê digire û ji ber vê çendê jî bi rêyên qanûnî me danûstandin li gel wan kir.”

Tirkiyeyê di asta Iraqê de jî hewl daye

Nerîma Ehmed di dawiyê de jî got; “Em bi serokê giştî yê komîsyona serbixwe ya hilbijartina Iraqê re civiyan û di civînê de ji me re hat gotin, ‘Konsolosxaneya Tirkiyeyê bi rêya konsolosxaneya Iraqê dixwaze xebatên we asteng bike, lê me ji wan re got, girtina partiyeke weke Tevgera Azadî ne rewa ye û di warê qanûnî de jî ti pirsgirêk nîne’. Me bi alîkarê balyozê Emerîka û çend aliyên siyasî yên Iraqê re civîn kir û got, li Parlamena Iraqê û hikûmetê de kar bikin da ku vê dosyayê ji nû ve vekin.”

 

ANF/SILÊMANÎ