Rêxistina Efûya Nêvnetewî, Zeyneb Celaliyan wekî girtiya salê hilbijart. Zeyneb Celaliyan li gel 11 girtiyên din ji aliyê Efûya Nêvnetewî - Amnesty International ) ve hatin diyarkirin ku di nava salê de gelek nûçe der barê wan de hatibû çêkirin.

Rêxistina Efûya Navnetewî azadiya Zeyneb Celaliyan xwast û diyar kir ku divê li beramber ewqas salên hatiye zîndakirîn tezmînat were dayîn.

Zeyneb Celaliyan di temenê xwe yê 27 saliyê de hate girtin. Celaliyan di sala 2007’an de bi îdîaya endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê hatibû girtin. 

Rejîma Îslamiya Îranê destpêkê cezayê darvekirinê li Celaliyan birîbû. Di encama nerazîbûnên di asta navnetewî de û hewldanên parastina mafê mirov, rêxistinên medenî yên jin ve rejîma Iislamî ya Iiranê neçar ma ku cezayê darvekirinê veguhere cezayê heta heta ya girtîgehê.

Zeyneb Celaliyan ji ber şert û mercên di têde dijî, metirsiya ji destdana bînahiya çav jiyan dike. Tevî ku gelek pirsgirêkên xwe yên tendûristiyê heye û çavê wê her diçe bînahiya xwe ji dest dide jî, rejîma Îranê destûrê nade ku bê tedawîkirin.

Ji bilî Zeyneb Celaliyan nûçegihan û wênegirê Misrî Edward Snowden jî yek ji wan girtiyên ku ji aliyê Rêxistina Efûya Navnetewî ve hatiye hilbijartine.  


 LONDON