Hat zanîn ku li Girtîgeha Rêca-î Şehr a navçeya Kereceya Tahranê ya Îranê siyasetmedarê Kurd ê rastî cezayê muebetê hat Rahîm Îlyas dest bi rojiya mirinê kir. Siyasetmedarê Kurd Îlyas ku 5 sal berê li bajarê Urmiyê hat binçavkirin û hat girtin, li Dadgeha Şoreşê ya Bukanê hat darizandin. Heyeta dadgehê bi îdîaya propaganda Komeleya Çepgirên Kurdistanê (KOMELE) kiriye û "Çek temîn kirine" cezayê muebetê birî. Siyasetmedarê Kurd Rahîm Îlyasi (Şahram), ku rastî ceza hat şandin Girtîgeha Rêca-î Şehrê. Hat zanîn ku Midûrê Girtîgehê Ferec Nêjad bang li Îlyasî kir û hem neheqî lê kir û hem jî îşkence kir. Îlyas ji bo cezayê lê hatiye birîn û neheqiyên li ser wî tê meşandin şermezar bike di 24'ê Sibatê de lêvên xwe dirûtin û dest bi rojiya mirinê kir.

Li girtîgehên Urmiye, Dizilabat, Senendec, Îlam, Evîn, Kehrîzek, Kizil Hîsar û gelek girtîgehên din binpêkirina mafên mirovan di asta herî jor de pêş dikeve. Li gel ku girtiyan bi dehan caran serî li saziyên mafên mirovan dane jî encam bi dest nexistine.

TEHRAN