Hate ragihandin ku girtiyê nexweşê pençeşêrê yê bi navê Îrfan Eskîbag pêr bişev saet di 01.00'an de li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê jiyana xwe ji dest da. Eskîbag dema li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê diman teşhîsa nexweşiya sarayê lê hatibû kirin ji bo bê dermankirin di çileya 2011'an de sewqî Enqere hatibû kirin û ji 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê gelek caran ji bo demankirinê diçû nexweşxaneyê. Eskîbag di hezîrana 2011'an de li Nexweşxaneya Numune ya Enqere teşhîsa nexweşiya pençeşêrê ya pankreas lê hate kirin. Piştî Eskîbag hate ameliyatkirin dermankirina işin û kemoterapiyê dît. Eskîbag ê 41 salî 10 sal bûn di girtîgehê de dihate girtin û herî dawî li nexweşxaneyê 3 rojan hatibû dermankirin. Hate hînbûn ku doktoran ji bo Eskîbag raporên "Divê ji girtîgehê derbikeve" dan û raporên wî ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re hatin şandin û lê hêj tu bersiva wan nehatiye dayîn.

Girtiyê bi navê A. Hamît Babat di 4'ê gulanê de di nameya şandî de diyarkiribû ku rewşa Îrfan Eskîbag gelek girane û rojên xwe yên dawî dijîn gotibû.  


ÎHD: Niha dora kê ye?

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî mirina girtiyê nexweş Îrfan Eskibag ê li Girtîgeha Tîpa F2 a Sîncanê ku pêr jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD'ê di daxuyaniyê de xwest hesab bê pirsîn. ÎHD'ê anî ziman ku, di 7'ê Gulana 2013'an de bi şevê Îrfan Eskîbag ji ber nexweşiya zerikê ku demek dirêje nexweş bû jyana xwe ji dest daye. ÎHD'ê anî ziman ku, Eskîbag di çileya 2011’an de ji bo bê dermankirin ji Boluyê sewqî Sîncanê hat kirin û ji ber ku Îrfan Eskibag nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
ÎHD'ê da zanîn ku, li Nexweşxaneya Numuneyê di meha Hezirana 2011’an de teşhîsa penceşêra pankreasê kirin û li gel vê nexweşiyê nehat berdan û herî dawî jiyana xwe ji dest da û wih got: "Eskîbagê 41 salî 10 salin girtî ye. Li gel ku doktoran xwest serbes bê berdan jî dîsa nehat berdan." ÎHD'ê destnîşan kir ku, niha 121 girtî nexweşên giranin û 108 girtî li ber sînorê mirinê ne. ÎHD'ê aşkera kir ku 230 girtî nexweşên giranin û 411 girtî nexweşin. ÎHD'ê wiha got: "Hêj li girtîghê 411 girtiyên nexweş hene. Niha dor a kêye gelo? Em dê hêj çiqas mirinên li girtîgehan temaşe bikin?"

ENQERE