Li Amedê, bi sedan xizmên berxwedêrên greva birçîbûnê bi pêşengiya dayikan civiyan, çalakiya rûniştinê li darxistin û paşê jî meşiyan.
Xizmên berxwedêrên greva birçîbûnê bi pêşengiya Dayikên Laçik Spî, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedanên li dijî tecrîdê, çalakî kirin.
Dayikên berxwedêrên girtî, nêzî Parka Koşuyolu ya navçeya Baglar a Amedê, cara 24’an doh civiyan.
Welatiyên ji Êlih, navçeyên Amedê Lice, Farqîn û Bismilê hatî jî ji bo piştgiriya dayikan tevlî çalakiyê bûn.
Her wiha wekîla HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, rêveberên HDP û DBP’ê jî piştgirî da çalakiya dayikan.
Polîsên dewleta Tirk a dagirker, dor li dayikan girt û hewl da ku pêşî li çalakiya dayikan bigire. Lê belê dayikan bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana dayikan”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” gotin.
AMED