Xelkê Şengalê du şervanên YBŞ’ê Şehîd Amad Kawyan  û Şehîd Bawer Şengal bi bîr anî.

Dayika Şehîd Bawer Pakîza Celal di bîranînê de axivî û got:”Her kesî li ser axa Şengalê şehîd bûbe ji bo me ti cawazî nîne û em wan wek zarokên Êzîdxanê dihesibînin. Şehîdên îro li goristana şehîdan hatine veşartin, wan li ber Şengalê de canê xwe feda kirin.  Heta em di jiyanê de ne em ê li hemû şehîdên xwe xwedî derkevin. Ti cudahiyê naxwin zarokên xwe û şehîdên din ên li ser xaka Êzîdxanê şehîd bûne.”

Şervanên YBŞ’ê Amed Kawyan (Mehmet Mendalioglu) û Bawer Şengal (Enver Xêro Xidir Mîrza) 21’ê Tîrmeha sala 2017’an li Sikiniyê ya Şengalê di encama teqîna mayîn çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbûn.

  ROJ NEWS/ ŞENGAL