
RAMAZAN MARANKOZ/NAVENDA NÛÇEYAN
Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi aplîkasyona Netewa Demokrat bi 9 zimanan li ser Google Play Store, App Store û http://netewademokrat.net/tr/, hesabên facebook, twitter, instagramê jî di navê de êdî hatin ber destê xwînerên cihana xeyalî ya dîjîtal. Li ser malpera http://netewademokrat.net/tr/ pirtûkên bi hatine xwendin û vîdeoyên wan jî hene. Ev aplîkasyon bi navê ‘Pirtûkxaneya Rêber û Fikirder Abdullah Ocalan’ li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo li navendekê bi destê sê xwendekarên koma Ararat Group di nava mohleteke 2 mehan de hatine amadekirin. Em bi endamê komê Silêman Osman re li ser vê aplîkasyonê û projeyên komê peyivîn. Osman dibêje, “Heger derfetên me çêbin, em ê li Qamişlo pirtûkxaneyekê damezrînin û tevahiya pirtûkên Rêber Apo bi hemû zimanan lê mewcûd bikin.”
Fikra berhevkirina berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sepanekê (aplîkasyon) çawa hat bîra we?
Serketina Şoreşa Rojava tevî hemû êrîşên derdorê, qeyran û şerê li Sûriyê ev anî bîra me. Serketinên hem di milê eskerî û hem di milê civakî de. Ev şoreşa ku fikr û ramanên Rêber Apo ji xwe re esas digre bû sebeba berhevkirina pirtûkên Birêz Ocalan. Ji ber ku armancên me wek komeke Rojavayî ew bû ka em çawa Şoreşa Rojava îfade bikin. Me dît îfadeya herî rast ji bo Şoreşa Rojava fikr û ramanên Rêber Apo ne. Fikreke wisa peyde bû û li ser vî esasî me pirtûkaxaneya Netewa Demokrat ava kir.
Hûn xebatê xwe li ku û bi komeke çawa dimeşînin, endamên koma we kî ne, çi karî dikin?
Koma me ji sê kesan pêk tê, me navê Ararat Group li xwe kir. Em hersê ji bajarê Tirbespiyê ne û li bajarê Qamişlo kar dikin. Yek ji me Mamend Abdullah e, xwendekarê mastirê ye di beşa Fizîkê de li Zanîngeha Şamê. Mihemed Rajo jî xwendekarê beşa Aboriyê ye li Zanîngeha Tişrînê. Ez, ango Silêman Osman xwendekarê beşa dîplomasiyê me li Zanîngeha Siyasî a Şamê. Niha koma me li bajarê Qamişlo li navendeke piçuk karê teknîk û dîzaynê dike.
We teqrîben di çend mehan de sepanên li ser tora civakî û malpera înternetê çêkir?
Di nava mehekê ta 2 mehan de me pirtûkên Rêber Apo berhevkirin û me li ser lînka bi navê “netewademokrat.com” belav kirin. Nêzî 15 rojan xebatên me li ser vê lînkê man, ta dewleta Tirk ew lînk li ser Şebekeya Înterneta Tirkiyeyê qedexe kir. Em mecbûr man lînka malperê nû bikin ta ku şopdarê Bakûrê Kurdistanê jê nemînin. Heta niha em li ser lînka nû ya bi navê “netewademokrat.net” xebatên xwe dewam dikin.
Hûn dikarin derheqa berhemên ku we berhvekirî de agahiyan bidin me, çend in, bi çend zimanan in?
Heta niha nêzî 62 pirtûkên Rêber Apo hem li ser malperê û hem di nav aplîkasyonên IOS û Android de hene. Pirtûk bi 10 zimanan hene. Kurdî (Kurmancî û Soranî), Erebî, Farisî, Tirkî, Inglîzî, Fransî, Elmanî, Îtalyanî, û Spanî. Gelek pirtûk rastî me peyda nekirin, taybet yên bi zimanê Înglizî, ji ber ku hin pirtûk mafê belavkirinê li ser wan hebûn. Lê ew pirtûk her kes dikare bi rêya malpera “ocalan-books.com” peyde bike. Ew malper bi xwe xwediyê mafê belavkirina wan pirtûkan e.
Aplîkasyona Netewa Demokrat ya IOS niha li ser Appstorê hazir e. Kesên dixwazin Rêber Apo bixwînin dikarin wê daxînin.
Heta niha çend kes ev sepan bi kar aniye?
Li ser Alexa malpera me ketiye hejmara 12 milyonan, li ser Google Play 4000 kesî aplîkasyon bar kiriye ango daxistiye, û rojane nêzî 100 kesî ji Google Playê aplîkasyonê bar dikin. Ya IOS di rojekê de nêzî 200 kesî aplîkasyon bar kir ye.
Proje û xebatên we yên dîtir hene gelo ji bo siberojê?
Ji bo Netewa Demokrat û pirtûkên Rêber Apo rastî hin planên me hene. eger derfetên me çêbin em ê pirtûkxaneyekê li Qamişlo ava bikin û berhemên serokatiyê bi hemû zimanan di nav de bi cî bikin. Ya din, bi alîkariya Desteya Perwerdê, aplîkasyona “Pirtûkên Rêbazê“ ku rêbazên asta seretayî û navîn yên Rojava bi sê zimanan dihewîne, me amade kiriye li ser Google Playê. Tevî hin projeyên dîtir yên Ragihandinê, ji ber ku projeya me ya yekem rojnemevanî bû, û me xebatên xwe yên xweser li ser www.araratpost.com di milê înfografîkê û vîdeo-motion dikir. Lê ji ber demê û mijûlbûnê, me ew xebat hinekî dan sekinandin.