Globalîzm ji xwe bi vîrusan bûye nîzama hegemoniyal
Dibe ku Covid-19 derbasbûna ji globalbûna kolonyal ber bi ya postkolonyal ve gelekî bi lez bike, yan jî bibe dengê nîzameke nû ya hegemoniyal a aborî û siyasî. Gelek tişt îşaret bi wê yekê din ku navenda vê (nîzama nû) wê ew devera vîrus jê belavbûyî be.
Di destpêka globalîzasyonê de jî vîrus hebûn, lê heta niha bi pirranî li başûrê dinya me dixistin.
Jürgen Zimmerer* jî di Der Tagesspiegelê de li ser vîrusên heta îro li bakurê dinyayê kêm xistî û globalbûnê nivîsî. Jürgen Zimmerer profesorekî ji bo Dîroka Efrîkayê ye li Zanîngeha Hamburgê. Ew dibêje niha hin şirove behsa wê yekê dikin ku belkî krîza ji ber vîrusa koronayê dawiya globalbûnê be (girtina sînoran, betalkirina seferên balefiran, astengkirina bazirganiya hin berheman).
Lê piştî vê ew îşaret bi halê nexweş ê aboriya globalbûyî dike û dibêje, vê aboriya global ji mêj ve mirovaên li başûrê dinyaya me nexweş dikirin. Bi gotinên wî “Aboriya globalbûyî, kapîtalîzma dirinde û aboriya îsrafkariyê tevî îdeolojiya mezinbûna aborî ya daimî, berê jî nexweş dikirin. Lê ne li cem me, ne li herêma me, ne di nava çîna me ya civakî ya serketiyên kozmopolît ên globalbûnê de.”
Ji ber qirêjkirina hawîrdorê li waletan ku bi erzanî hildiberînin, firotina bi erzanî ya çopa elektronîk li welatên başûrê dinyayê ji mêj ve hem fizîkî û hem jî psîkolojîk mirov nexweş dikirin. Gelek nexweşiyên bi vîrusan jî heta niha bi pirranî li vî başûrê dinyayê tesîrên xirab kirin.
Bi ya Jürgen Zimmerer vîrusek li beramberî vê bêedaletiyê, egalîter diyar bûye; lê ji bo demeke kurt her kes mexdûr be jî, dîsa bi ya wî hin welat wê baştir ji heqî vê krîza siheta gel derkevin. Yanî ew welatên xwedî sîstemeke sihetê ya baş, yên ku sîstemeke wan a wisa nîne, wê di encamê de li gorî Zimmerer newekheviya globalan ji nû ve biafirînin.
Axir, ew li wê taybetmendiya korona ya ku dikare vegire, her kesî nexweş bike bi bîr dixe û dibêje, vîrusa ebolayê ti carî weke koronayê bal nebire ser xwe. Tevî ku ev vîrus gelekî ji ya koronayê bi tehlûketir e. Sedem jî li gorî wê ew bû ku tesîra kujer a ebolayê nexasim li rojava û navenda Efrîkayê dibû. Jixwe, ji ber ku li wir mişteriyên dewlemend ên dermanan bikirin nînin, demeke dirêj şirketên dermanan lêkolîn ji bo peydakirina dermanan jî nekirin.
Bi ya Jurgen Zimmerer vîrus ne dawiya globalbûnê ne, lewma hê di destpêka wê de vîrus hebûn; ew dibêje “Ev beşeke dîrokê ye ku tesîra kujer wê (ya globalîzmê) ya ji bîra dinyayê hatiye birin.” Piştî vê ew dagirkeriya Ewrûpiyan a li Emerîkayê bi bîr dixe ku bi vîrusên xwe hingê 100 milyon mirov kuştin.
Di dawiyê de ew dibêje, “Ewrûpa ji 600 salan û vir ve, ji ya çavkaniyên wê destûrê didin û wê de dijî. Heger ew ji globalîzmê veqete, hingê wê ev bi şert û mercên statukoya heyî neqewime. Dibe ku Covid-19 derbasbûna ji globalbûna kolonyal ber bi ya postkolonyal ve gelekî bi lez bike, yan jî bibe dengê nîzameke nû ya hegemoniyal a aborî û siyasî. Gelek tişt îşaret bi wê yekê din ku navenda vê (nîzama nû) wê ew devera vîrus jê belavbûyî be." BERLÎN