Siyasetvana Kurd Okay Akbulut, beriya hilbijartinên federal ên Elmanyayê bi 64 rojan (doh) kampanyaya xwe ya hilbijartinê da destpêkirin. Heger Gokay Akbulut bê hilbijartin, wê weke parlemanter biçe parlemana Elman a bi navê Bundestagê. Gokay Akbulut li eyaleta Baden-Wurtembergê di lîsteya partiya Die Linke de di rêza sisiyan de ye û hilbijartina wê weke parlemanter hema hema weke misoger tê qebûlkirin. Di hilbijartinên eyaletê yên par de ew namzeta sereke ya partiya xwe bû, tevî ku ji benda %5´ê nebuhurî jî, rêjeyeke ji berê çêtir bi dest anî û ji bo partiya xwe, serketî hat qebûlkirin. 


 MANNHEIM