Endamê Grûp Yorûmê Îbrahîm Gokçek di roja 323’an de dawî li çalakiya xwe ya rojiya mirinê anî.

Endamên Grûp Yorûmê li ber Mala Berxwedanê ya li Kuçukarmûtlû daxuyanî dan.

Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker, Parlamenterê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Bariş Atay, Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Parlamenterê berê yê HDP’ê Ferhat Encu, hunermend Pinar Aydinlar û gelek kes di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Grûp Yorûm ragihand ku Gokçek dawî li çalakiya xwe aniye.

Endama Grûp Yorûmê Seher Adiguzel got, ”Endameke me ji bo rakirina qedexeyên li ser konseran di roja 288’an de tevlî nava karwanê nemiran bû.”

 

STENBOL