Rêveberê Şîrketa Ava Herêmî ya Urmiyê Kiyomers Danişcû diyar kir ku zêdirî 743 metrekup 5 goşe av li pişt bendavan tije bûye û wê bi awayek bi plan hemiyan berdin gola Urmiyê.

Danişcû da zanîn ku ava berdin ser gola Urmiyê li gor sala par 5 û nîv qatî zêdetir bûye û got: “Sedema zêdebûna ava ku bikeve Gola Urmiyê jî zêdebûna baranê ye. Barana zêde bû sedem ku gelek bendav tije bibin.”


7 qatî zêde bû

Bendava Bokanê bi rêjeya 564 mîlyon metrekup 5 goşe, rêjeya herî zêde ya berdana avê ji bo Gola Urmiyê bû ku sala par ev rêje tenê 77 mîlyon metrekup 5 goşe bû ku 7 qatî zêde bûye. Piştî vê bendavê, Bendava Mahabadê îsal bi ava xwe ya 95 metrekup 5 goşe jî rola sereke di zêdebûna ava Urmiyê de lîst. Ev di rewşekê de ye ku sala par ji Bendava Muhabadê av ber bi gola Urmiyê ve neçû. Derveyî van bendavan zêdetirî 4 mehe ku 30 metrekup 5 goşe av di saniyeyekî de ji çavkaniya çemê Zerînerûd û Sîmînerûd dikevin Gola Urmiyê.


Ber bi zuhabûnê ve diçû

Di çend salên borî de Gola Urmiyê ber bi zuhabûnê ve diçû. Bi awayekî ku ji sedî 93 ava golê hişk bibû û tenê ji sedî 7’ê wê mabû.

Lê belê di çend mehên dawî yên îsal de rêveçûna zuhabûna, Bûka Kurdistanê, Gola Urmiyê hat sekinandin û ev gol dîsa tije av dibe. Lê gelek kes di wê baweriyê de ne ku zêdebûna ava Gola Urmiyê ji ber şertên demsalê û barana zêdeye û pêwîste ji bo nûkirina vê golê projeyên demdirêj werin danîn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN