Gola Zuriyan ya li taxa Mezrana Colemêrgê ku tê bawerkirin ava wê bi şîfaye ji ber bermahiyên înşaatê ber bi bi tunebûnê re rû bi rû maye. Gola Zuriyan ku di navendê de golek teneyê û tê bawerkirin ku ava wê bi şîfaye ji meha Adarê heta niha rûbera Golê ji 11 hezar metre kareyan daketiye 6 hezar metre kareyan. Gola Zuriyan ji ber bermahiyên înşaatê û gelaşan 5 hezar metre kareya rûbera wê hilweşiya û bû avek biçûk. Ger pêşiya van pêkanînan neyê girtin dê heta mehên zivistanê tune bibe. Hat ragihandin ku şaredariya Colemêrgê ji bû Gol tune nebe û pêşî li van bermahiyên înşaatê bigire derbarê fîrmayan de xebatên hiqûqî dane despêkirin û bermahiyên ku Golê tunebûnê dikin jî hêj li cihê xwe dimînin.
COLEMÊRG