Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, der barê gora komî ya li navçeya Kerboranê hatibû dîtin, pêşniyazpirsek ji bo lêkolînê da meclisa tirkiyê û xwest ku bûyer bi hurûkûr derkeve holê.
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, der barê gora komî ku li mezraya Lîbka Kaniya ya gundê Derêca yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di şikeftekê de hatibû dîtin, pêşniyazlêkolînek da meclisê û xwest ku bûyer bi hurgulî derkeve holê.
Dundar, di pêşniyaza xwe ya ji bo lêkolînê de bi awayekî berfireh qala pêvajoya bûyerên ku faîlên wan ne diyar in kir û ji bo tespîtkirina cenazeyên kesên ku li gora komî hatine dîtin daxwaz kir ku ji aliyê meclisê ve lêkolînek bê kirin û bê zanîn ku kesên hestiyên wan hatine dîtin kîjan demê û ji aliyê kî ve çawa hatine kuştin.
MA/MÊRDÎN