
Xeyala wî vegera Dêrsimê bû
Pêşengê serhildana Dêrsimê, Nûrî Dêrsimî (Baytar Nûrî), piştî serhildana Koçgirî, di serhildana Dêrsimê de bi çalak têkoşiya. Nûrî Dêrsimî di sala 1938'an de hat sirgûnkirin û demek dirêj li bajarên Helep, Şam, Urdun û herî dawî li Efrinê jiyana xwe berdewam kir. Li gorî çavkaniyan xeyala Nûrî Dêrsimî ya herî mezin ew bû ku bikaribe dîsa vegere çiyayên Dêrsimê.
Li xerîbiyê mir
Lê mixabin ev xeyala wî ya vegera Dêrsimê pêk nehat. Dêrsimî li her derê tekoşîna ji bo nasnameya Kurdîtiyê da û her dem li dijî zilmê serî rakir. Nûrî Dêrsimî di 22'ê Tebaxa 1973'an de li gundê Meşalê yê Efrînê jiyana xwe ji dest da. Gorên Nûrî Dêrsimê, ya hevsera wî Ferîde Dêrsimî û biraziyê wî Mistefa Dêrismî li kêleka hev hatine çêkirin.
Gora wî li Efrînî ye
Piştî ku li Rojava Xweseriya Demokratik hat îlankirin, 41 sal şûnde gora Nûrî Dêrsimê ji serdanan re hat vekirin. Gel kom bi kom diçe serdana gora Dêrsimî. Dêrsimî jî mîna gelek rêberên Kurd piştî têkoşîna maf û azadiya gelê xwe sûrgunê welatên xerîb kiribûn û li penaberiyê mabû. Daxwaz û xeyalên wî ew bû ku rojek bê û vegere Dêrsimê. Van daxwaz û hêviyên xwe kiribûn helbest û ev helbest li ser kêla gora wî hatiye nivîsandin.
Dilbirinê Welat
Li ser wê rêya dijwar
Min ji kir pir hawar
Da ji bo we rojek dinya bibe gulbahar.
DÎHA/EFRÎN