Piştî zanyarê Astronomiyê Kurd Îsmaîl Fakirullah jiyana xwe ji dest da, şagirtê Fakîrullah Îbrahîm Hakkî ji bo deynê namosteyê xwe bide, di sala 1750'an de 3 kîlometre dûrî gorê li ser zinarekî bilind kuleyek ava kir û bi camên ku di taxa kuleyê de bi cih kirin tîrêjên rojê şandin ser gora Fakîrûllah. Gora Fakîrûllah ku bi sedsalan bi tîrêjê rojê dihat ronîkirin, piştî kule hilweşiya êdî tîrêjên rojê winda bûn. Piştî 53 salan kule ji nûve hate çêkirin û gora Fakirulllah ji nû ve bi tîrêjên rojê hate ronîkirin. Şibakeya bi navê Kalet-ul ustad a çeperê wê 40x50 santîm e tirêjê rojê di 21'ê Adarê û 23'ê Îlonê de dişand ser gorê hilweşiya bû. Piştî restoresyonê 53 sal şûnde gor ji nûve bi tîrêjên rojê hate ronîkirin.
Gora ku li navçeya Tîllo hatiye avakirin, her sal tûrîst diçin keleha Tîlo û li vir li rojê temaşe dikin. Piştî salên dirêj, bi hezaran kes çûn Girê Tillo û tîrêjên rojê temaşe kirin.
DÎHA/SÊRT