Heyeta KNK’ê ku têde Cîgira Serokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê Nulufer Koç, berpirsê pêwendiyên derve yê KNK’ê Celal Kemalîzade, Endamê KNK’ê Mîrhem Yîgît, nûnerê KNK’ê yê Basûrê Kurdistanê Xebat Mihemed cîh digrin, li Silêmaniyê li Ofîsa Pêwendiyên Nîstîmanî yê Tevgera Goran bi berpirsê pêwendiyên siyasî yê Tevgera Goran Celal Cewher û endamên lîjneya pêwendiyên derve re hevdîtinek pê kanî. Di hevdîtinê de berpirsê pêwendiyên derve yê KNK’ê Celal Kemalîzade bahsa armanca serdana xwe ya Basûrê Kurdistanê kir û der bare hevdîtinên xwe yên bi aliyên din re agahî dan. Kemalîzade wiha got: “Konferansa neteweyî ji bo sazkirina yekîtiya gelê me xebatek girîng e. Ev konferans divê berjewendiyên gelê me û netewa me esas bigire. Ji bo vê jî divê hemû hêz û aliyên Kurdan têde cîh bigrin.” Kemalîzade diyar kir ku di hevdîtinên xwe yên bi PDK û YNK’ê de ji wan re hatiye gotin ku ji bo pêkanîna konferansa netewî her du partiyan komîteyek amadekar damezrandine û wiha got: “Me di hevdîtinên xwe de ji aliyan re gotiye ku ger komîteyek amadekar hatibe damezrandin pêwîste nûnerê hemû hêzên Kurdan jî têde cîh bigrin. Dîsa pêwîst dike ku her pênç rêxistinên mezin ên Kurd ango PKK, DTP, YNK, PDK û Tevgera Goran û partiyên din jî bên temsîlkirin. Kurd dikarin bi xwe di konferansê de pirsgirêkên xwe nîqas bikin û biryarên xwe bistînin”.
Li ser nave Tevgera Goran berpirsê pêwendiyên siyasî Celal Cewher jî diyar kir ku helwesta PDK’ê ya konferansa ciwanan a netewî jî rexne kir û da zanîn ku di konferansa ciwanan de PDK’ê nêzîkatiyek antîdemokratîk nîsandaye û wiha got: “Ev konferans hema tenê ji bo nav be pêwîst nake ku pêk were. Ji ber ku ev ji me re firsendek dîrokî ye. Divê em di zanebûna giringiya vê de bin. Di konferansa ciwanan de jî derket holê ku hin hêz dixwazin xwe weke pêşengê netewî nîsan bidin. Ji ber vê jî ya xwe disepînin. Em van nêzîkatiyan antîdemokratîk dibînin. Ger heman nêzîkatî ji bo konferansa jinan jî bê nîşandan em ê vê konferansê boykot bikin”.
Di hevdîtinê de cîgirê serokê KNK’ê Nulufer Koç jî axivî û bal kişand ser giringiya pêvajoyê. Koç da zanin ku konferansa netewî xebatek giring e û wiha pê de çû: “Ji bo pêkanîna konferansa netewî divê bingehek demokratîk hebe. Em jî nêzîkatiyên ku tenê daxwaza hin aliyan esas digre rexne dikin. Ji bo vê jî hevdîtinên me didomin”.
SİLÊMANÎ