Piştî goristan derketin derve gor ji aliyê defînegeran ve hate texrîp kirin û talankirin. Li heremê yek ji goristina Ermeniyan a herî kevn ku li ber pira dîrokî ya bi navê Pirekurtê cih digire, goristan ji aliyê kesên nasnama wan ne diyar û bi hêviya defîne were dîtin hate talankirin. Hate hînbûn ku her sal bi kêmbûna ava bendavê re dema cihê goran dertê ser rûyê erdê rastî êrîşên defînevegaran tê. Ev goristana welatiyên Ermenî bi salan berê piştî bi kombûna ava bendavê re di bin avê de hatibûn hiştin û di demsala Payizê de bi kêmbûna avê re ev gor dertên ser rûyê erdê. Li gorî tê gotin ev gorên derdikevin holê welatiyên Ermenî eşyayên binirx û giranbûha bi wan re binax kirine li ser vê yekê ev herêma goristanê bûye nîşaneya êrîşên defînegeran. Şêlandina li hember goran her sal pêk tê û mînakek ji van êrişan jî di rojên bihûrê de pêk hat. Di êrîşê de ji bo sêhra defînê xera bibe beriya kolandinê bi kabloyên guhkokên telefonan pisîkek fetisandine û berdane cihê ku kolandine. Li cihê ku hatine kolandin û texrîpkirin balkêş bû ku hestiyên mirovan jî hatin dîtin.
Li gorî mezinên heremê dan zanîn ev goristana Ermeniyan ji dîrokek pir kevn pêk tê û gelek welatiyên ermenî li vir hatine definkirin. Mezinên derdorê, diyar kir kirin ku di dema qetliyama Ermeniyan a di sala 1915’an de pêk hat li dora Pirekurtê gelek welatiyên Ermenî hatine qetilkirin.‘Di çanda me de kes destê xwe nade goran’
Rêveberê MEYA-DER’a Êlihê Bîlal Er jî êrişên li hember goristan û goran pêk tên şermezar kir. Er wiha axivî: “Herêma Pirekurtê cihek wek herêma Ermeniyan e û wekî cihê qetliyama wan tê zanîn. Piştî encama vê êrîşa hovane hestiyên derketine holê, nîşaneya qirkirin û qetliyama li ser Ermeniyan pêk hatiye ye nîşandide. Îşareta dîroka qetliyama Ermeniyan e.”

 DÎHA/ÊLIH