Mîsyoneke arkeolojîk li Misrê, 16 gorên 20 lahitên ji serdema kevin a Misrê tê de, derxist holê. Wezareta Şûnwaran a Misrê, pêr da zanîn ku ev gorên hanê yên rahibên pilebilind in û hemû jî diyarî xwedawendê ezmên, dinyayan û roniyê Horus hatine kirin. Ev gorîn hanê li wilayeta Minya hatin dîtin. Li ser hinan ji lahitan nivîsên hiyeroglîf jî hebûn. Cihê hatiye dîtin li başûr 300 kîlometreyekî dûrî Qahîreyê ye.
Herçî gorên ji yekî bêhtir cenaze tê de bûn ew ji bo xwedawend Cehutî bûn. Cenaze hemû yên mirovên beriya qederê 3 hezar salan mirî ne.
wezaretê wekî din 10 hezar ûşabiyên (fîgurên ji bo merasîmên cenaze hatine çêkirin) kesk û şîn û 700 gerdeniyên -jinek jê ji zêrê safî hatine çêkirin- li dijî nezerê jî ku li heman derê hatine dîtin, nîşan dan.
KOPENHAG