Piştî di salên 90'an de pevçûn zêdebûn herêmê vegeriya qada gorên komî û bi seda gorên komî qirêjiya şer nîşan dide. Yekemîn çar di sala 1989'an de li Newala Qesaba gora komî ya ayîd 98 kesên di nav de ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) jî heye derket holê û pişt re bi rêz li heremê gorên komî derketin holê û hovîtiya hatî jiyên raxist ber çavan. Ji gorên komîn hinek ên kesên hatin binçavkirin û careke din vengeriyan malên xwe û hinek jî yên PKK'iyên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan bi gomî hatin definkirin e. Heya niha ji 253 gorên komî yên tên îdîakirin hene tenê 29 gor hatin vekirin û di goran de 3 hezar û 243 kes hene.

Di gorên komî yên hatin vekirin de ji ber ku Protokola Mînneseta ya navneteweyî li ber çavan nehate girtin tu delîlên ew kes çawa hatin qetilkirin ên şênber bi dest nehatin xistin û di tesbîta nasnameyan de jî pirsgirêk tên jiyîn. Herî zêde li Sêrtê 35 gorên komî hene, li Colemêrgê 33 û Bedlîsê jî 32 gorên komî hene. Li Amedê jî heta niha tenê 6 gorên komî hatin vekirin û 25 gorên komî yên tê îdîakirin ayîdî 270 kesan in li benda vekirinê ne.

'Delîlan tune dikin'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku ji bo gorên komî bên vekirin û kes çawa hatine qetilkirin derbikevin holê xebatekî zanîstî ye û ji bo delîlên di gorên komî yên tên vekirin de winda nebin divê xebatekî zanisît bê meşandin. Bîlîcî, anî ziman ku ew naxwazin gorên komî bi pergala li Tirkiyeyê ya heyî bên vekirin. Bîlîcî, da zanîn ku di vekirina gorande kepçe tên bikaranîn ev yek jî delîlan winda dike û ji bo tesbîsta nasnameyan pirsgirêkan diafirîn e. Bîlîcî, bilê vkir ku divê gor li gorî peyman û protokolên navneyteweyî bên vekirin û li welatên weke Tirkiyeyê şerê navxweyî lê pêk hat hemû welatan protokol li ber çavan girtin û gor vekirin.

Gelek kes winda ne

Bîlîcî, destnîşan kir ku Tirkiyeyê Protokola Mînnesote ya ku mirinên ji ber binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin bi awayekî berfireh lêkolîn dike û rêzgeên otopsiyê pêk tîne îmza nekir û wiha got: "Heta ev yek pêk neyê em weke komel û malbat qebûl nakirin bi tu rêbazekî din gor bên vekirin. Ji ber ku di protokolê de gorek dê çawa bê vekirin bi berfirehî cih digire. Di dema gor tê vekirin de dê kî li wir be cih gire. Delîlên li wir bên dîtin hemû çawa dê bên parastin û bên komkirin cih digire. Hem ji kesên sivîl û hem jî ji PKK'iyan gelek kes winda ne. Nagihijine agahiyên nasnameyên wan. Divê Tirkiye ji pirsgirêka gorên komî re bibe alî."

Gorên komî yên li Amedê


Li gorî daneyên ÎHD'ê têkildarî gorên komî yên Amedê de ev agahî dan:

-  Li çoltarê gundê Gozel ê navçeya Pîranê gora komî ya 3 PKK'iyan.
-  Li herêma mezraya Turnaqraq a gundê Herîdan a navçeya Pîranê gora komî ya aydî 7 PKK'iyan heye.
-  Li qada Deştek a gundê Pîrejman a navçeya Pîranê gora komî ya 4 PKK'iyan heye.
-  Di operasyona li herêma di navbera gundên Kelkom û Gozelê yên navçeya Pîranê de 33 endamên PKK'ê yên 2 jê jin bi jehê û gulebaranê hatin qetilkirin. Cenazeyên 31 kesan li goristana navçeyê bi awayekî komî hatin definkirin.
-  Cenazeyên 23 endamên PKK'ê yên di pevçûnên cuda de li goristana navçeya Pîranê bi gomên 3-5 hatin definkirin.
-  Li çoltarê gundê Zigrê yê Pîranê 2 endamên PKK'ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan bi gomî hatin definkirin.
-  Li gundê Şel ê navçeya Henî ya Amedê 5 PKK'iyên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan li goristana navçeyê bi komî hatin definkirin.
- Li çoltarê gundê Zera ya navçeya Lîceyê 30 PKK'iyên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dan bi komî hatin definkirin.
-  Gora komî ya aydî 17 endamên PKK'ê yên di pevçûna li Girê Kîlî ya gundê Sîpîn a navçeya Lîceyê heye.
-  Li qada Goma Hecî Xenî ya mezraya Dalîtê ya gundê Yunlîce ya Lîceyê gora gomî ya ayîdî 2 endamên PKK'ê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dan heye.
-  Li gundê Bawerd ê navçeya Lîceyê gora komî ya ayîdî 10 PKK'î û sivîlan li qada rojhilata garaja Qereqola Uçdamlar bi komî hatin definkirin heye.
-  Li çoltarê gundê Godernê yê navçeya Pasurê gora komî ya ayîdî 14 PKK'iyan heye.
-  Li Çiyayê Andok ê navçeya Pasurê gora komî ya ayîdî 8 PKK'iyan heye.
-  Di pevçûna çoltarê gundê Temîra yê navçeya Pasurê 7 PKK'iyan jiyana xwe ji dest dan û bi komî li goristana navçeyê hatin definkirin.
-  Li qada Kaniya Reş a navçeya Pasurê gora komî ya ayîdî 14 PKK'iyan heye.
-  Li çoltarê navçeya Pasurê cenazeyê 9 PKK'iyên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê leşkeran ve bi komî hatin definkirin.
- Li çoltarê mezraya Sîmetak a gundê Eskar a navçeya Pasurê gora komî ya ayîdî 12 kesên pirsanî sivîl ên dixwastin tevlî rêxistinê bibin di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan li herêmê Geliyê Eskarê heye.
-  Gora komî ya ayîdî 18 PKK'iyên hatin malekê ya li gundê Nirçikê ya navçeya Pasurê piştî bi deman ew li ser hêşên xwe birin û pişt re ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin li mezraya Koçikan heye.
-  Di navbera mezraya Koçikan û gundê Nirçikê yên Pasurê de gora komî ya aydî 15 PKK'iyan heye.
-  Li çoltarê gundê Koşka yê Pasurê gora komî ya ayîdî 17 PKK'iyan heye.
-  Li çoltarê gundê Godernê yê Pasurê gora komî ya ayîdî 14 PKK'iyan heye.
-  Li çoltarê gundê Şawo yê navçeya Farqînê gora komî ya ayîdî ji 7 PKK'iyên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan a 3 kesan heye.
- Li çoltarê gundê Erkencî ya naçveya Farqînê ya Amedê gora komî ya ayîd ji 4 PKK'iyên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan a 2 PKK'iyan heye.
- Gora komî ya ayîdî 2 PKK'yên ji aliyê gundê Qereqbolke ya Bîsmîlê ya nêzî dewletê ve hatin jehrîkirin û 5 PKK'iyên din ên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dan li Goristina Taxa Sanayî ya Bîsmîlê heye.
- Gora komî ya 2 PKK'iyên di pevçûna li nêzî Tabura Komando ya Bîsmîlê jiyana xwe ji dest dan û ya welatiyên bi navê Îsamîl Tunc û Arap Guven ên di heman dîrokê de hatin binçavkirin û çareke din tu agahî ji wan nehatin girtin li taxa Sanayiyê heye.  

  DÎHA/AMED