Li taxên rojhilat ên Helebê, ku ji çeteyan hatine paqijkirin, gorên komî derdikevin holê. Tê texmînkirin, ku bi qasî 20 hezar mirovên ji aliyê komên çete ve hatine kuştin, li gorên komî ne. Di encama operasyonên rizgarkirinê de, ku hêzên YPG/YPJ’ê di meha Mijdarê de li taxên rojhilat ên Helebê dan meşandin, gelek taxên stratejîk ji komên çete El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrad hatin paqijkirin. Li van herêmên ji aliyê komên çete ve hatibûn dagirkirin, heta niha bi hezaran mirov bi îşkenceyê hatin kuştin. Piştî ku ev herêm ji komên çete hatin paqijkirin, bi dehan gorên komî derketin holê.
Yek ji gorên komî, çend hefte beriya niha li yek ji taxên rojhilatê Helebê li herêma Bostanpaşa Dareze hat dîtin. Herêma Dareze weke herêmeke ku bi giranî Ermenî lê dimîne, tê naskirin. Lê belê piştî ku komên çete El Nûsra, Ehrar El Şam û Tûgaya Sûltan Mûrad herêm dagir kirin, piraniya Ermeniyên li vir ya koç kirin yan jî bi zorê hatin derxistin.
Tê zanîn, ku Ermeniyên koç nekirine jî ji aliyê van komên çete ve bi îşkenceyê hatine kuştin. Lêkolînên hêzên YPG/YPJ’ê yên li ser mijarê dewam dikin.
Tê texmînkirin, ku komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Tûgaya Sûltan Mûrad li Sûriye û Iraqê herî kêm 20 hezar mirov kuştine.
MAHÎR YILMAZKAYA / ANF / HELEB