Leşkeran mizgeft, mêvanxane, dîwarên hewşê, lawabo û hemû tiştên li wir bi awayekî dij mirovane xerav kirin û dîmenên xeravkirina goristanê dijwariya êrîşa hovane radixîne ber çavan. 


Dijminatiyê gorên me bikin

Leşkeran bi xeravkirina goristanê bi sînor neman, nivîsa navê goristanê û alên PKK û KCK û posterê Rêberê PKK Abdullah Ocalan jî bi hev de parçe parçe kirin. Her wiha leşkeran çardaxên li derdora goristanê jî şewitandin û şikandin. Beriya ku leşker goristanê xerav bikin, wê rojê li goristanê 19 çalakgerên mertalên zindî yên ku li wir nobetê digirtin, xistibûn binçavan. Du çalakvan an go dayikên xwestin li hember şer bisekinin dayika 70 salî Hafsadî Aslan û Şêxa Aslan a 55 salî bûn û ew jî hatibûn binçavkirin. Dayika Hafsadî Aslan behsa serdegirtina leşkeran kirin û binçavkirina xwe kirin. 

Dayik Hafsadî Aslan bal kişand ser armanca çûyîna xwe û behsa kêliyên ku ragirtina binçavan kir. Aslan diyar kir ku bi sedan leşker derdora goristanê girtin û got ku dema leşker hatine cem wan ji wan re soz dane ku dê goristanê xerav nekin. Aslan anî ziman ku piştî leşker ew ji cem goristanê dişînin malê piştî wan goristana zarokên wan hemû rûdixînin û got ku goristana wan xistine rewşa ku tu kes nizane ew goristane. Aslan destnîşan kir ku goristanên li Kurdîstanê bi talîmata Erdogan û Davutoglu tên xeravkirin û wiha got: “Goristanê me jî êdî dibin qurbana şerê qesra Erogan. Goristanên me ji aliyê çeteyên Erdogan ve hate xeravkirin. Em jî mirov in, ne hewceye van êrîşan li ser me pêk bînin û dijminatiyê li hember gorên me bikin.”


BÎLAL GULDEM/DÎHA/MÊRDÎN