Malbatên şehîdan ên li Kantona Kobanê di şeva Newrozê de, gorên cangoriyên xwe bi findan xemilandin. Bi sedan malbatên şehîdan ên Kantona Kobanê şeva Newrozê çûn serdana goristanên şehîd Dicle û şehîdên komkujiya 25′ê Hezîranê. Malbatan gorên şehîdên xwe bi findan xemilandin.
Li bajarê Serêkaniyê jî, bi dehan Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, dayik û xwîşkên şehîdan serdana goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya girêdayî bajarê Dirbêsiyê kir û gorên cangoriyên xwe bi findan xemilandin.
KOBANÊ / SERÊKANIYÊ