Hunermendê Kuweytî, Muhammed Şeref, ji bo 4 hezar 300 pirtûkên li welatê wî qedexekirî goristaneke temsîlî çêkir.  Muhemmed Şeref ji bo protestokirina sansûra huner û pirtûkan a hikûmetê ev çalakiya hunerî li mekanekî diyar kir. Û wî li vî mekanî bêhtirî 200 kêlên goran bi cih kirin.

Li gorî nûçeya Euronewsê, hunermendî di dema Fuara Pirtûka a Kuweytê goristana hanê li hunerhezan vekir. Wî, li ser kêlên goran nav û nivîskarê pirtûkên qedexekirî nivîsîn. Di nava wan de ji klasîkên Victor Hugo, Qofê Notre-Dameê û romana Gabriel Garcia Marquez a bi navê Tenêtiya Sedsalê jî hene.

 

DOHA