Tevgera Gorran û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ev demeke direj e ji bo ku krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê rû daye çareser bikin, û helwêsteke hevpar diyar bikin, civînan li dar dixin.

Hat zanîn ku herdu aliyan li hev kiriye li dijî sîstema serokatiyê derkevin, sîstema parlemanteriyê biparêzin, û li parlamentoya herêma Kurdistanê bi hev re kar bikin. Wekî din aliyan li hev kiriye ku li parezgehan jî bibin xwedî helwêsteke hevpar.

Rêberê giştî yê Tevgera Goran Nêwşîrwan Mistefa û Cigirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl doh li bajarê Silêmaniyê li mala Sekretêrê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî û bi şahidiya wî, hatin cem hev û lihevkirina di navbera herdu aliyan îmze kirin. 

Hate ragihandin ku herdu alî wê merasimeke taybet li dar bixin û der barê xalên li ser li hevkirî de jî agahiyan bidin. 


 SILÊMANÎ