“Dewletê goştê zarokên me xwar, em hestiyan dixwazin.” Ev hevok dilê mirovahiyê disojîne. Mirovan matmayî dihêle û diponîjîne, digirîne.

BÎLAL GULDEM MA / AMED

Dema mirov dibêje bîr, du tişt tên bîra mirovan. Yek bîra avê û yek jî bîr ango hişê mirovan. Herçî belgefilma “Bîr” e, ya ku qala çîroka 7 windakiriyên li Kerborana Mêrdînê û berxwedana malbatên wan dike, her du ne jî. Film hîna nû li bajarê Kurdan hat nîşandan. “Bîr” serpêhatiya windayan bi zelalî dibêje û peyama wan jî: “Dewletê goştê me xwar, em hestiyan dixwazin.”

Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafê Mirovan de Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, TÎHV, Odeya Bijîşkan a Amedê, Baroya Amedê û Însiyatîfa Maf, belgefilma “Bîr” a ku behsa windahiyan dike, da nîşandan. Li Şanoya Bajêr a Amedê “Bîr” cara ewil li bajarên Kurdan hat nîşandan. Derhênerê belgefilmê Veysî Altay jî li wir amade bû.

Têkoşîna malbatan bi teqil vedibêje

“Bîr” behsa 7 welatiyên ji gundên navçeya Kerborana Mêrdînê dike yên ku JÎTEM’ê ew windakirin. Belgefilm bi têkoşîna malbatên her 7 windakiriyan behsa têkoşîna hemû malbatên windakiriyan dike. Belgefilm behsa lêgerîna wan malbatan jî dike, ewên ku xizmên wan di bîran de ne. Têkoşîn û lêgerîna malbatan a ji bo dîtina hestiyên zarokên wan, xwe kêlî bi kêlî tê vegotin û nîşandan. Heta ku malbat hestiyên xwe dibînin û hestiyên xwe vedişêrin.

Dîmenên xema xwerû

Belgefilm ji serî heta dawiyê tije êş û xem e. Mirov di belgefilmê de dibîne ka mirov çawa bi hovane hatine kuştin û windakirin. Her kêliyeke wê mûyê canê mirov dike şûjin. Di kêliyeke belgefilmê de di şikeftekê de cilên windakiriyan tê dîtin. Di cilan de hê jî şopa guleyan heye û tê xûyakirin ka çend gule li bedena mirovan dane û ew avêtine bîrên bê binî. Hestiyên mirovan di bîrên bêdengiyê, di binê ax û şikeftan de riziyan e. Dema hestî tên dîtin êdî cihê gotinê namîne, tenê çavek zoqmayî û xemgîniyek li ser rû xwe bera hemû deştên dilê mirovahiyê dide û dar, sewal, xweza, av û çiyayan jî bi xwe re xemgîn dike.

Rastiya gorên komî

Di şikeft û bîran de hestiyên mirovan tên dîtin. Hemû bedena mirovan li ser hev kom kirin e. Ji ber vê yekê ye jê re dibêjin “gorên komî.” Rastiya gorên komî di belgefilma “Bîr” de her tiştî bi zelalî dibêje. Ew dayik her hefte li Qada Galatasarayê behsa vê hovîtî, rastiya gorên komî dikin: “Ew birin û êdî min ew nedît. Bi salan e çavên min li rê ne. Ez hê jî dibêjim, belkî sax bin werin jî. Cenazeyê zarokên me hestî bin jî, em wan hestiyan dixwazin. Bila tenê goreke zarokên me, hevjînên me û xwişkên me hebe, da ku em carinan karibin biçin ser gora wan. Bila em zanibin ka hestiyên me li ku ne. Heta em sax bin em ê doza hestiyên xwe bikin.”

Yek ji axaftinên xizmên windakiriyan ya herî bi bandor jî ev e: “Dewletê goştê zarokên me xwar, em hestiyan dixwazin.” Ev hevok dilê mirovahiyê disojîne. Mirovan matmayî dihêle û diponîjîne, digirîne.

Malbat bi şev û roj, bi meh û salan têkoşîna dîtina hestiyên xizmên xwe dewam dikin. Di vê dema dûr û dirêj a lêgerînê de derûniya malbatan a ku şûna xwe ji trajediyê re dihêle, mirovan ber bi cîhaneke din ve dibe.

Êş li wan dibe mizgînî 

Herî dawî jî di belgefilmê de derhêner diçe cem malbata yekî ji windakiriyan Abdurrahman Coşkun û agahiya dîtina hestiyên wî dide dayik Hediye Coşkun. Dayik vê agahiyê weke “mizgînî” bi nav dike û ji derhêner re dibêje “te mizgînî ji me re aniye.” Êşa bi salan a malbatan ji bo dîtina hestiyan vediguhere “mizgîniyê” lê ev yek vê tîne bîra mirovan û mirov dibêje “kişandin û nekişandina êşê dibe yek gelo? Ka gelo êşek wiha di 30-40 salên dawî de li ti devera cihanê hatiye kişandin?”

Piştî ku malbat hestiyên xizmên xwe dibînin ji bo testa DNA’yê hestiyan radestî Saziya Tiba Edlî dikin. Piştî testa DNA’yê malbat hestiyên xwe ji ber ku tenê hestî mane di kîsikek biçûk de di hundirê darbestên xemilandî de oxir dikin.

 Êdî peyv betal dibin

Piştî pêşandana belgefilmê hin kes ji ber ku xemgîn bûn, digiriyan, li benda gotûbêja derhêner jî neman. Wexta ku pêşandan qediya derhêner Weysî Altay xwest li ser belgefilmê gotûbêjê bike. Lê ji ber ku çîrok, têkoşîn û berxwedana malbatan bi zelalî tê vegotin, gotina pirsê û nirxandina belgefilmê ji qirika mirovan derneket. Ango peyv betal bû.