Xwepêşandana nîjadperestan a Tevgera Berxwedana Bakur a Neo-Nazî ya li bajarê Swêdê Goteborgê, li bin guhê berxwedaneke xurt ket. Gelê Goteborgê bendên polîsan xera kirin, ber bi kolana nijadperest wê lê bimeşiyana ve meşiya û rê neda Nazîzmê. 

Tevgera Berxwedana Bakur a Nazî, ku koma nîjadperest a herî êrîşkar a Skandînavyayê ye, di Yom Kîpûr de ku roja pîroz a Cihûyan e, li nêzî Fuara Pirtûkan a Goteborgê bi dirûşma "Li dijî xayinên welêt rabin ser piyan" li dijî koçber û penaberan xwepêşandaneke nijadperest pêk anîn.

Ji ber ku polîsan destûr da vê xwepêşandana provokatîf, komên li dijî nijadperestiyê, partiyên siyasî, dêr û rêxistinên Cihûyan nerazîbûn nîşan da. Li Goteborgê, ji bo şermezarkirina Naziyan 11 pêkhateyên cuda xwepêşandanek li dar xist.


Doza qedexekirina rêxistinên Nazî

Di xwepêşandanê de polîsên ku destûr dan xwepêşandana Naziyan hatin şermezarkirin. Her wiha bang hat kirin ku rêxistinên Nazî û nijadperest werin qedexekirin. Ji bo çalakiyan li dijî naziyan pêr li taxa Heden a li nêzî Fuara Pirtûkan a Goteborgê, bi hezaran kes li hev civiyan.


Piştgiriya bi tevgera azadiya Kurd re

Komîteya Rojava û komek ji Kurdistaniyan bi alên PKK, KCK, YPG/YPJ'ê tevlî xwepêşandanê bûn. Ji Komîteya Rojava, Alexander Rîndbeck anî ziman ku ji bo piştgiriyê bide Tevgera Azadiyê ya Kurd, wan cihê xwe di nava xwepêşandana li dijî Naziyan girtiye.

Rîndbeck got, "Tevgera Berxwedanê ya Bakur a Naziyan û çeteyên DAIŞ'ê dişibin hev. DAIŞ dixwaze sîstemeke ji qanûnên şerîetê ava bike, Tevgera Berxwedanê ya Bakur jî dixwaze sîstemek faşîst ava bike."

Rîndbeck diyar kir ku ji ber ku YPG/YPJ li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, ew jî di meşa li dijî Naziyan de alayên YPG/YPJ'ê hildigirin.

Komek ji hezar kesî ya li semta Hedenê li hev civiyan, ji bendên polîsan derbas bûn û xwe gihandin kolana ku Nazî wê lê bimeşin.

Pêr êvarê di dawiyê de polîsan dest li Naziyan werda, ew li otobusan siwar kir û derxist derveyî bajêr. Di dema bûyeran de, lîderê Tevgera Berxwedana Bakur Sîmon Lîndberg jî di nav de pirraniya wan Nazî 50 kes hatin binçavkirin.


MÛRAT KÛSEYRÎ / GOTEBORG